17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza Ocalan doza cîhanê ye

Hevserokê Însiyatifa Parêzeran a Sûrî Parêzer Mihemed El Neîmî anî ziman ku cezayê dîsîplînê û tecrîda li ser Ocalan tê kirin sûcê îşkenceyê ye û got: “Erka me ew e ku em peywira saziyan bînin bîra wan. Di şexsê Rêber Ocalan de li hemû gelên cîhanê zilm te kirin.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li zindana Îmraliyê girtî ye û zêdeyî 40 meh in agahî jê nayê girtin. Li ser vê yekê rêveberiya girtîgeha Îmraliyê dîsa 3 meh cezayê dîsîplînê li Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan birîn. Hevserokê Însiyatifa Parêzerên ji bo Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyeyê û parêzer Mihemed Nayîmî li ser armanca cezayên dîsîplînê nixandinên girîng kir.

Hevserokê însiyatîfê parêzer Mihemed El Neîmî diyar kir ku dewleta tirk bi cezayê dîsîplînê, dixwaze rêya mafê hêviyê bibîre û wiha got: “Dema Rêber Ocalan a li zindanê xelas bûye û divê êdî azad be. Ji sala 2018’an heta niha bi derewan cezayê dîsîplînê didin û rê li pêş mafê heviyê digirin. Li tu dewletên cîhanê ev yek tune ye. Kesekî wekî Rêber Ocalan ku 25 sal in di nava 4 dîwaran de ye, çawa dibe ku cezayê dîsîplînê lê dibirin? Ji bo hestê Rêber Ocalan geş nebin, destûr nade ku li derve li pelê darekê jî binere. Bi ceza dixwazin ku hestên Rêber Ocalan geş nebe û keyfa wî xweş nebe. Bi armanca pêvajoya girtîgehê dirêj bikin û rê li pêşiya mafê hêviyê bigirin cezayê dîsîplînê didin.”

Ev sûcê îşkenceyê ye

Parêzer Mihemed El Neîmî destnîşan kir ku dewleta tirk a faşîst zagonên xwe û yên navdewletî binpê dike û wiha axivî: “Mixabin saziyên navdewletî jî li hemberi vê rewşê ker û lal in. Ew jî li gorî berjewendiyên xwe yên aborî tev digerin.  CPT bi awayekî şermok nêzîk dibe. Endamên CPT’yê ketine bin bandora dewleta tirk a faşîst. Divê CPT li gorî rêgezê xwe tev bigere û ji kesî şerm neke. Saziya CPT li gorî armanca avakirina xwe û li gorî rêgezên xwe nabe ku têkeve bin bandora tu dewletan. Li gorî pênaseya zagonên navdewletî Rêber Ocalan di bin îşkenceyê de ye. Li gorî peymana mafên mirovan îşkence qedexe ye û kesên îşkenceyê bike jî sûc dikin. Divê li gorî pîvanên zagonên navdewletî hesab jê bê xwestin. Divê bersûc li dadgeha navdewletî bê darizandin. Divê li Dadgeha Sûcên Giran a  Laheyê bên darizandin. Li Dadgeha Mafên Mirovan a  Ewropayê bê darizandin. Divê kesên sûcê îşkenceyê kirine bên darizandin û cezakirin. Eger berpirsiyarê vê yekê Serokkomar Erdogan be, divê ew jî bê darizandin.”

Li gelên cîhanê zilm tê kirin

Prz. Mihemed El Neîmî anî ziman ku heta niha bersûc hêj nehatine darizandin û cezakirin û wiha lê zêde kir: “Erka me jî ew e ku em peywira van saziyan bînin bîra wan. Divê em sûcê li ser Rêber Ocalan pêş dikeve bidin xuyakirin. Di şexsê Rêber Ocalan de li hemû gelên cîhanê zilm te kirin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Prz. Mihemed El Neîmî destnîşan kir ku tu sedema van cezayan tune û wiha berdewam kir: “Tu aliyê hiqûqî yê van cezayan tune ye. Keyfî ne. Ji ber dijberî fikr û felsefeya Rêber Ocalan û gelê kurd in van cezayan didin. Ji ber ku li dijî aştî, azadî demokrasî û mafên mirovan in vî cezayî dibirin. Li gorî zagonên navdewletî divê kesên Rêber Ocalan revandibe hesab bidin û bên darizandin. Lê mixabin heta niha hesabê revandinê jî nehatiye pirsîn. Ji roja Rêber Ocalan hatiye revandin heta niha hemû sûcên îşkenceyê li Îmraliyê pêk anîne. Heta niha saziyên navdewletî yên mafên mirovan hesabê vê îşkenceyê ji Tirkiyeyê nexwestiye. Ji 2021’ê heta niha 40 meh in tu agahiyên me ji Rêber Ocalan tune ye. Ev jî li gorî xala 7’an a zagonên navdewletî veşartina sûc e. Veşartina Rêber Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye. Mixabin saziyên navdewletî li dijî vê yekê ker û lal in.”

Li cîhanê mînaka wê tune

Parêzer Mihemed El Neîmî destnîşan kir ku tu mînakê vê rewşê li cîhanê tune û wiha domand: “Di aliyê binpêkirina mafên mirovan de mînaka Tirkiyeyê tune ye. Li gorî zagonên navdewletî tev nagere. Li gorî Paymana Mafên Mirovan tev nagere. Ewlehiya cîhanê û aştiya cîhanê nas nake û dixe talûkeyê. Hemû dewlet li gorî berjewendiyên xwe tev digerin û ji ber vê yekê dengê xwe li hev nakin. Hemû yek in. Tişta ku niha Tirkiye dike li dijî pîvanên NATO’yê ne. Li dijî peymanên navdewletî ne. Li dijî pîvanên mirovahiyê ye. Dixwazin ji Helebê heta Kerkûk û Mûsilê tev li sînorê xwe bikin. Erdogan xwe dike serkeşê Osmaniya nû.”

CPT û DMME hevkar in

Parêzer Mihemed bal kişand ser helwesta DMME’ê û wiha axivî: “Ya ku DMME’yê têxe nava tevgerê CPT ye. CPT jî DMME jî dizanin ku Rêber Ocalan li Îmraliyê di tecrîdê de ye û dizanin ku gelê kurd ji bo azadiya Rêber Ocalan li ser piyan e. Eger parêzer û malbat nikaribin biçin girtîgehê û nikaribin girtî bibînin ev sûcê mafên mirovan e. CPT, DMME û Tirkiye hemû yek in. Hemû yek in tev yek in. Hemû encama komploya navdewletî ye. Lê êdî bawer dikin ku PKK partiyek bi hêz û xurt e. Eger CPT erka xwe pêk bîne dê DMME jî erka xwe pêk bîne.”

Prz. Mihemed El Neîmî herî dawî wiha bang li hêzên navneteweyî û navdewletî kir: “Em saziyên navdewletî tevan hişyar dikin ku erka xwe pêk bînin. Êdî baweriya gel a li dijî dewletan nemaye. Dostên kurdan û aşiqên kurdan êdî bi tu awayî ji vê dozê venagerin. Em kesên di bin bandora fikr û felsefeya Rêber Ocalan de, em ê li ber xwe bidin. Em gavan paşve navêjin. Em bang li hêzên navdewletî dikin ku paşve vegerin û erkên xwe pêk bînin. Pêngava 10’ê Cotmeha 2023’an nîşan dide ku êdî hemû kesên navdar, azadiya Rêber Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dixwazin. Êdî ev pêngav cîhanî ye. Gelê cîhanê dibêjin heta Rêber Ocalan azad bibe dê li qadan bin. Dê teqez Rêber Ocalan azad bibe. Doza Rêber Ocalan êdî navdewletî ye.”