6 Temmuz, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger hê bi dozê û ceza hesiya!

Li Colemêrgê di sala 2010’an de der barê 15 kesan de bi îdiaya “KCK” doz hatibû vekirin. Dozger piştî 14 salan mutalaya dozê da û ji bo hemû siyasetmedaran ceza xwest

Li Colemêrgê di sala 2010’an de der barê 15 kesan de bi îdiaya “KCK” doz hatibû vekirin. 14 sal in doza siyasetmedaran berdewam dike. Dozger der barê dozê de mutalaya xwe pêşkêş kir û ji hemû kesên ji dozê tên darizandin re ceza xwest. Dozger der barê hemûyan de bi îdiaya “endatiya rêxistinê” ji heft sal û nîvan heta 15 salan ceza bê birîn.

Kesên ku ceza der barê wan de tê xwestin; nûçegihana DÎHA’yê ku KHK’ê hat girtin Hamdiye Çîftçî, Hevserokê BDP’a Colemêrgê yê wê demê M. Siddik Akiş, her wiha xebatkarên navenda giştî ya BDP’ê Îzzet Belge, Bakî Ozboganli, Farûk Yildiz, Serokê Navçeya Navendî ya BDP’a Colemêrgê Seyîthan Şahîn, endamê meclisa şaredariyê Tahîr Koç, Serokê berê yê DTP’a Colemêrgê (DTP hatibû girtin) Hivzullah Kansu, nûnerê MEYA-DER’ê yê Colemêrgê Mîkaîl Atan, rêveberên BDP’a Colemêrgê Husna Sagin, Bahattîn Kaya, Emrullah Ozturk û Kadriye Îlbaş.

Dozger xwest biryara girtinê ya der barê Emîne Akboga û Fatma Duman de jî berdewam bike.

Dozger hemû xebatên siyasî yên siyasetmedaran wek sûc dîtiye û îdia dike ku li ser navê rêxistinê xebitî ne.

Dozger pêşkêşî 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê kir. Danişîna biryarê dê di 5’ê hezîranê de bê lidarxistin.