29 Haziran, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger xwest Hevseroka DFG’ê Muftuoglu bê cezakirin

Dozger di danişîna doza Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû de xwest li Muftuoglû ceza bibirin.

Danişîna 4’emîn a doza Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Muftuoglû li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Muftuoglû ya ku 11 mehan ji dozê girtî ma û di sibata 2024’an de hat berdan, bi îdiayên, “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” tê darizandin.

Muftuoglû û parêzerê xwe Resûl Temûr di danişînê de amade bûn. Endam û rêveberên DFG’ê, Komeleya Xebatkarên Medya û Hiqûqê (MLSA), Lêkolînera Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) a Tirkiyeyê Emma Sinclair-Webb, Nûnerê Basin-Îşa DÎSK’ê yê Amedê Hakki Boltan, ji PEN’a Norveçê parêzer Ezio Menzıone û gelek rojnamevanan dozê şopand.  Muftuoglû parastinên xwe yên berê dubare kir. Dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest Muftuoglû bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin.

Muftuoglû ji bo parastina li dijî mutalayê dema zêde xwest. Parêzer Resûl Temûr jî diyar kir ku divê delîlên ku dadgehê aniye li serê nîqaş bike û li ser van delîlan mutalaya xwe pêşkêş bike. Temûr xwest delîl di çarçoveya biryarên Dadgeha Bilind de bên nîqaşkirin. Temûr her wiha xwest qedexeya derketina derveyî welat a der barê miwekîla wî ku xebatên rojnamevaniyê dike de bê rakirin. Şandeya dadgehê dema zêde ya li dijî mutalayê qebûl kir û danişînê taloqî 24’ê cotmehê kir. Her wiha dadgehê qedexeya derketina derve ya li ser Muftuoglû ranekir.