11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger xwest Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin bê cezakirin

Osman Şiban ê li Wanê ji helîkopterê hatibû avêtin bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Dozger li şûna ceza bide kesên ku ew ji helîkopterê avêtibûn, xwest Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin bê cezakirin

Danişîna duyemîn a doza Osman Şiban ku li navçeya Şaxê ya Wanê hatibû binçavkirin û leşkeran wî ji helîkopterê avêtibû hat lidarxistin. Şiban bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Danişîn li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê pêk hat û Şiban û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Du şahid jî bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê hatin kirin.

Şiban di danişînê de da zanîn ku ew kesên bi navê “şahid” îfade dane nas nake û îfadeyên “şahidan” red kir. Şiban wiha got: “Çûna gundan serbest bû, ez çûm min li gund xanî çêkir. Havînê diçim gund û li wir dimînim. Tu endamên rêxistinê nehatine mala min. Ez li zozanan dimînim û min li wir jî tu tevgerek nedît. Ez du sê mehan li wir dimînim û paşê ji wir derdikevim. Min tiştên wek tûp, mazot û tiştek din nedîtiye. Ez beraeta xwe dixwazim.”

Ji şahidan N.A., îdia kir ku ew Şiban nas dike û lê tu têkiliyek wî pê re nîne. Şahidê din Y.S., îdia kir ku agahiyên daye emniyete rast in û Şiban “endamê rêxistinê ye.”

 Dozger ceza xwest

Dozger mutalaya xwe pêşkêş kir û xwest ji “endamtiya rêxistinê” ceza li Şiban were birîn. Parêzeran parastin kir û daxwaza dema zêde kirin. Dadgehê daxwaza demê ya parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 11’ê nîsanê kir.