3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Du baskên Meşa Cûdî gihiştin hev

Ji bo tev li Meşa Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ku di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê de bê lidarxistin bibin, girseyeke qelebalix li Êlihê kom bû.  Gelek kesên di nav de Hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û nûnerên saziyên sivîl ên civakî û ekolojîst jî hene di derketina navçeya Kercewsê bi baskê Serhedê re gihiştin hev.

‘Em ê nehêlin Kurdistanê bêmirov bihêlin’

Girse ji vir bi dehan wesayîtan ber bi Cizîrê ve bi rê ket. Berî ku bi rêbikevin Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a axaftineke kurt li vir kir diyar kir ku li dijî talana xwezayê li cem hev in û wiha got: “Ji bo xwezayê ber bi Cûdî ve dimeşin. Em ê îro bigihin Cizîrê û ji wir jî derbasî Cûdî bin. Heta ku talana pergalê bi dawî bibe em ê hemû çalakiyên xwe bidomînin. Îro hem kesên ji aliyê Tirkiyeyê hatine hem kesên ji partiyên tifakê hem jî kesên ji çar aliyê Kurdistanê hatine hene. Her carê bi ser gelê kurd êrişî xwezaya kurdistanê dikin. Ev biryara şerekî topyekûn e. Em ê li dijî vê têbikoşin. Em ê destûr nedin ku Kurdistanê bêmirov bihêlin.”

Dû re bi sedan kes bi çepik û tilîliyan ber bi Cizîrê ve bi rê ketin.