18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Du lêpirsînên din der barê Emîne Şenyaşar de hatin destpêkirin

Derket holê ku der barê Emîne Şenyaşar de du lêpirsînên cuda hatine destpêkirin.

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku ji 9’ê adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê didome ket roja 659’emîn.  Îro Ferît Şenyaşar li ber edliyeyê çalakî domand û dayika wî Emîne Şenyaşar jî ji ber der barê wê de 2 lêpirsînên cuda hatine destpêkirin ji b o îfadedayînê çû Midûriyeta Polîsan a Pirsûsê.

Ji parêzerên malbatê Nîhat Şahîn li gel Emîne Şenyaşar çû qereqolê. Lêpirsînek bi angaşta ku Emîne Şenyaşar di axaftina xwe ya 7’ê cotmehê de “heqaret” li parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye der barê wê de hatiye destpêkirin. Di girteka polîsan de jî ji bo Nobeda Edaletê, “qaşo” hatiye gotin.

Her wiha lêpirsîna din jî di encama gilîkirina bavê Yildiz ê AKP’yî Osman Yildiz de ku angaşt kiriye ku “Nobeda Edaletê ewlehiya canê wî dike talûkeyê” hatiye destpêkirin.

Emîne Şenyaşar têkildarî tawanbariyê îfade neda polîsan û xwest Serdozgeriya Komarê ya Rihayê îfadeya wê bigire. Bi van her du lêpirsînan hejmara lêpirsînên ku der barê Emîne Şenyaşar de hatine destpêkirin derket 17’an. Ji van lêpirsînan 6 jê veguherîn dozê û hê jî darizandinên wan didomin.

‘BÊDENGÎMAYÎN ŞIRÎKATIYA ZILMÊ YE’

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî ev peyam parve kir: “Îro dayê ne li nobedê ye! Dayê dîsa wek besûc li qereqolê îfade dide! Weke ku hûn dizanin dîsa mexdûr parlamenterê AKP’ê ye ku fermana qetlîama li nexweşxaneyê dabû. Bila her kes refa xwe diyar bike! Bêdengîmayîn şirîkatiya zilmê ye.”