4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DYA: Êrîş jiyana leşkerên me dixin xetereyê

Amerîkayê der barê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava de daxuyaniyek din daye û ji bo ewlehiya jiyana leşkerên xwe dewleta trik hişyar kirye.

Amerîkayê der barê êrîşên dawî ên dewleta tirk li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û Tirkiyeyê hişyar kir. Di daxuyaniyê de bal hatiye kişandin ser ewlekariya jiyana leşkerên amerîkî ên li herêmê û kampa malbatên DAIŞ’ê. Daxuyaniya Amerîkayê wiha ye: “Êrîşên asmanî yên vê dawiyê li Sûriyê rasterast ewlekariya karmendên Amerîkayê dixin nava xetereyê. Her wiha ev êrîş zirarê didin têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û ewlekariya zêdetirî 10 hezar girtiyên DAIŞ’ê  yên li kampa Holê tên girtin.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Rewşa berzbûyî pêşketinên bi salan li dijî çekdarên DAIŞ’ê dixe metirsiyê.”

Hêjayî gotinê ye ku di daxuyaniyê de dîsa behaneyên ku van êrîşan rewa dikin hatine destnîşankirin û wiha hatiye gotin:  “Amerîka fikarên ewlekarî yên rewa yên Tirkiyeyê nas dike”, lê “ji bo ku balê bikişîne ser mîsyona têkbirina DAIŞ’ê û ewlehiya leşîkerên li ser erdê ku ji bo mîsyona têkbirina DAIŞ’ê ye, divê bi lez ev rageşî kêm bibe. “

Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye ku doh balafirên dewleta tirk derdora kampa Holê ya girtiyên DAIŞ’ê topebaran kiribû û di encama tevliheviya ku vê êrîşê bi xwe re anîbû komeke çete ji kampê reviyane.