7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Efsane (mîtolojî)

Salanê Zerdeşt

Efsane; ne tenê peyvên bi hev ve girêdayîne. Ew; dergehên cîhanên cihêreng e. Keştiyên şarezan e.

Efsane; bi giştî, yekem qonaxa ramanê ye. Tevliheviya rastî û xeyal e. Rastiya civakan e. Mîrasa civak-mirovahiyê ye.

Efsane; ne tenê peyvên bi hev ve girêdayîne. Ew; dergehên cîhanên cihêreng e. Keştiyên şarezan e. Di saloxgerên/defterên dîrokê de vedengên giyana mirovahîne ku sînorên dem û çand derbas dike. Çîrokên ku dihatin gotin mîna girêdanek di navbera nifşan de bûn, ji ber ku ew bûn navgînên parastina bîr, çanda komî û nasnameya şaristaniyan. Ew li ser tepikên/tabloyên axa qermîtê hatine nivîsandin û di perestgehan de ji vedizî û zirarê hatine parastin. Ji ber vê yekê efsane metneke/gotareke toreyî ye ku bi şêweyê wêjegerî û hunerî yê herî xweşik û bi şêweyeke herî bi hêz bandorê li giyanan dike.

Efsane; di qonaxên destpêka pêşketina civaka mirovahiyê de dema hewl dida afirandina gerdûn û jiyanê rave bike, şêweya derûniya yekem pêk tîne. Ji ber ku mirov heyîneke hişmend e, pir pirsên ku bêbersiv mane pêşkêş kiriye, ji bo rewakirina bersivên pejirandî yên derûnî, xwe dispêre tiştên nedîtî û razber di çarçoveya tevna efsaneyan de ku bigihêje bersivên pêşniyarên xwe. Ji ber ku ramana seretayî ne hişmendî bû, mirov ji bo ravekirinê, serî li hêzên nedîtî an jî diyardeyên gerdûnî, da. Piştre efsane, di pîvanên xwe yên gerdûnî an perwerdehiyê de, derketin.

Efsane; di ravekirina diyardeyên gerdûnê de ji bo çendê sedsalan pispor ma. Heta hatina ramana felsefî wekî ravekirinek hişmendîtir an jî wekî destpêkek ji pirskirina pirsên zanistî re.

Efsane, tevî cewhera xwe ya nedîtî, ji ber ku ji hêmanên jiyanê û bi tevnên rastiyê hatiye pêçan, di lêgerîna rastiyê de wek tov dimîne.