17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ekolojîstan ji Çiyayê Gabarê bang kirin

Ekolojîstên li dijî talana xwezayê li quntara Çiyayê Gabarê bang kirin û gotin: “Sûcek û qirkirineke organîzeyî tê kirin. . Li herêmên Besta, Gabar, Cûdî, Kûreş, Komate yên Şirnexê Walî herêmê qedexe dike û rê li pêşiya birîna daran vedike.”

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, bi tevlêbûna gelek saziyan li dijî talana xwezayê ya li Şirnexê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberên DBP, DEM Partî, parlamenterê Şirnexê M. Zekî Îrmez, Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê Melîs Tantan, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA, Seroka Giştî ya Tarim Orkam-Sen’ê Serap Baysal, Komeleyên Ekolojiyê yên Amed, Mêrdîn û Şirnexê , rêveberên OHD û Şaxa ÎHD’ê ya Şirnexê û gelek kes beşdar bûn.

Li quntarên Çiyayê Gabarê yê li bajaroka Deşta Darê ya girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê, pankarta “Em tu carî polîtîkayên li dijî erdnîgariyê qebûl nakin” vekirin û dowîzên “Qirkirina ekolojiyê û birîna daran bi dawî bikin” , “Jiyana xwezayî biparêze, pêşerojê misoger bike” , “Hebûna xwezayê pêşeroja me ye” hilgirtin.

Berdevkê Komeleya Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram ê daxuyanî xwend, bal kişand ser polîtîkayên netew dewletan ên li dijî gelê kurd û wiha got: “Bi deh salan e nasname û hebûna wan tune hatiye hesibandin. Sûcên şer ên dewletê li dijî gelê kurd pêk tîne, di dema AKP’ê û MHP’ê de zêdetir bûne, hatine asta ku gel nikare bêhnê bistîne.”

Sûcê şer heye

Şenbayram bal kişand ser şewata daristanan ku her sal bi taybetî li herêmên ku weke ‘herêmên ewlekariyê’ hatine ragihandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkayên ewlekariyê yên ku daristan û darên Kurdistanê bi taybetî yên li bajarê Şirnexê dişewitînin, di salên dawî de bi derxistina ji kokê ya daran li ser ji holêrakirinê sekinî ye. Li herêmên Besta, Gabar, Cûdî, Kûreş, Komate yên Şirnexê bi destûra şer a li dijî xwezayê re bi qedexeya ‘walîtiyê ya 15 rojan’ a bênavber, birîna daran a bi kontrol pêk tînin. Li herêmên ku ji gel re qedexe dar ji aliyê cerdevanan ve ji kokê ve tên birîn û li ber çavan bi kamyonan ji bajarên cuda re tên veguhestin. Hemû îtîrazên fermî û sivîl ên hatin kirin, heta niha encam negirtine û di bin navê ewlehiyê de li Kurdistanê qirkirin tê kirin. Bi pêkanîna qirkirinên daristanan, di heman demê de bi vekirina qadên madenê ji bo yekdestiyan re sûcên organîzeyî û qirkirinê tên kirin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bê xweza jiyan nabe” û “Xweza jiyan e, jiyanê biparêze” bi dawî bû.

Piştî daxuyaniyê girse ji bo forûmê pêk bîne derbasî Şaredariya Cizîrê bû. Di forûma ku li Eywana Konferansê ya Şaredariya Cizîrê hate kirin de rê û rêbazên ku li dijî talana xwezayê di pêvajoyên pêş de bên şopandin hatin axaftin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê