3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em bi têkoşîna hevpar dikarin bigihijin encamê’

Siyasetmedarê kurd Osman Baydemîr ku tev li konferansa Peymana Lozanê bûbû, ji bo pêşeroja kurdan destnîşan kir ku kurd bi têkoşîna hevpar dikarin bigihîjin encamê.

Îro sed sal di ser Peymana Lozanê ku di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de hat îmzekirin re derbas dibe. Di Peymana Lozanê de Kurdistan bi ser dewletên Tirkiye, Iraq, Suriye û Îranê de hat parçekirin. Piştî sedsalan jî parçekirin, qirkirin û komkujiyên li dijî gelê kurd dewam dikin. Piştî konferansa ku du rojan li bajarê Lozanê yê Swîsreyê Peymana Lozanê lê hatibû îmzekirin berdewam kir, îro bi beşdariya KNK’ê bi armanca redkirina zilma 100 salî ya li ser kurd û Kurdistanê tê kirin, wê kurd li hev bicivin û encamnameya konferansê ragihînin.

Siyasetmedarê kurd Osman Baydemîr kut ev li konferansê bûbû, ji Rojnnewsê re axivî û der barê têkoşîn û pêşeroja kurdan de nirxandinan kir. Baydemîr, di destpêka axaftina xwe de qala Peymana Lozanê kir û wiha axivî: “Gelê kurd di wê serdemê de negihîştibû qonaxeke yekîtî û yekgirtinê. Sedema jihevketina Kurdistanê bû sedema parçebûna Kurdistanê û bêstatubûna gelê kurd. Ev jî bû sedema encamên sed salan. Lê gelê kurd di roja me ya îro de nexweşiya xwe fêm kiriye ku ew jî ne yekgirtin e.”

Zimanê xizmeta Kurdistanê

Baydemîr, diyar kir ku li başûrê Kurdistanê di pêkhate û saziyên Parlementoyê de destkeftiyek mezin heye, li Rojava jî bi heman awayî destkeftiyek girîng heye û axaftina xwe wiha domand: “Berdewamiya parastina destkeftiyan ji bo doza gelê kurd û xizmetkirina hemû parçeyên Kurdistanê pêwîstiyeke. Afirandina mijarek wiha netewî bi têgihiştina me ya daxwazên dîrokî yên gelê kurd ve girêdayiye. Zimanê tund û dijminane nikare xizmeta doza kurdî bike, zimanê xweş, biratî û dostaniyê, zimanê berjewendiyên hevbeş ê gelê me ye û dikare têkoşînek hevpar bimeşîne.”

Hevkarî rizgarî ye

Di berdewama axaftina xwe de Baydemîr, da zanîn ku partiyên Kurdistanî dilê gelê kurd êşandine û ev tişt anî ziman: “Erkê gelê kurd e ku dijminatiya navxweyî qedexe bike û bi diyalog û danûstandinên berdewam ji bo yekrêziyê helwest bigire. Têkoşîna bi hev re ne bi destekî tenê bi sernakeve, bi du, bi çar, bi dil û dîrokê bi ser dikeve.” Baydemîr, li ser giringiya erk û rola medyayê ya di pêşxistina yekgirtina kurdan de jî rawestiya û xwest ku çapameniya kurd li şûna opozîsyonê, bi zimanê hevkariyê di navbera partiyan de bi kar bîne.