4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê Doza Kobanê vala derxînin parastina Kobanê sûc nîne’

Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglû diyar kir ku Doza Kobanê li dijî têkoşîna jinan “doza tolhildanê” ye û got ku dê dozê vala derxînin û sûcê îktîdarê teşhîr bikin.

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) li pêşiya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ku Doza Kobanê lê tê lidarxistin daxuyanî da. Parlamenterên HEDEP’ê, nûnerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Dayikên Aştiyê û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên “Xelasiya ji vê tarîtiyê gelek dûr nîne” û “Em ê li hemberî dîktator serî netewînin” hatin vekirin. Her wiha beşdaran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

‘Doza Kobanê li dijî têkoşîna jinan’

Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglû di daxuyaniyê de axivî û Doza Kobanê weke doza kompasê pênase kir. Turkoglû, bi domdarî anî ziman ku Doza Kobanê di heman demê de “Doza tolhildanê” ye û wiha got: “Doza dijminatiya li dijî têkoşîna jinê ye. Di heman demê de encama polîtîkayên zextê yên îktîdarê yên li dijî gelan û têkoşîna wekhevî û azadiyê ye. Weke jinên têkoşîna wekhevî û azadiyê dimeşînin, em şahidên polîtîkayên dijminatiya li dijî jinan a îktîdarê ne. Em şahidên polîtîkayên dijminane yên li dijî gelê kurd in. Her wiha em şahidên kompasa darazê ne.”

 ‘Parastina Kobanê ne sûc e’

Bi domdarî Turkoglû anî ziman ku parastina Kobanê û têkoşîna azadiyê ya jinan sûc nîne û axaftina xwe wiha qedand: “Dema mirov li Kobanê li dijî DAIŞ’ê têdikoşiyan, di heman demê de jiyan û mafê jiyanê parastin. Hemû cîhan xwedî lê derket. Heke mirov li dijî DAIŞ’ê ne têkoşe sûc e. Dijnederketina li dijî polîtîkayên DAIŞ’ê sûc e. Me tevan dît ku jinên êzidî li bazarên koleyan hatin firotin. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Di heman demê de em ê vê dozê vala derxînin û sûcê îktîdarê teşhîr bikin. Ji bo ku îktîdar ji ber sûcên xwe bê darizandin jî em ê vê dozê bişopînin.”