3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em Rojava bi tenê nahêlin’

Tirkiyeyê di 4’ê Cotmehê de li dijî Rojavayê Kurdistanê dest bi êrîşan kir û êrîş didomin. Di encama êrîşan de hêzên ewlekarî û parastina herêmê û xelkê sivîl her wiha navendên tenduristiyê, navendên lojîstîk, binesazî û kêlgehên petrol, santralên cereyanê hedef hatin girtin. Di van êrîşan de di nav de jin û zarok bi dehan welatî hatin qetilkirin. Bi sedan welatî birîndar bûn û gelek hêzên parastina herêmê jiyana xwe ji dest dan.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê bi armanca şermezarkirina sûcên şer ên dewleta tirk û bêdengiya saziyên navneteweyî daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û piştgiriya xwe ya bi berxwedana Rojava re ragihandin. Daxuyanî bi amadebûna endamên sazî û rêxistinên Şengalê li ber Meclisa Gel a Xanesorê hat dayîn. Endamê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hecî Hecem û endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Şemê Remo daxuyanî dan.

‘Sûcên Şer li Rojava pêk tînin’

Hecî Hecem da zanîn ku ew tu carî êrîşên li ser Rojava qebûl nakin û wiha got: “Li ser Rojava xeter heye. Niha jî êrîş berdewam dikin. Êrîşên van rojên dawiyê ketine qonaxeke nû. Dewleta Tirk li Rojava sûcên şer dike û cîhan jî ji van sûcên dewleta Tirk re bêdeng e. Çavkaniyên gel ên jiyanê yên mîna av, cereyan, dibistan û nexweşxaneyan dikin hedef. Tişka ku DAIŞ’ê li Şengalê kir, niha Erdogan dixwaze heman tiştî li Rojava bike.”

Hecem bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bêdengiya xwe ya li hember sûcên dewleta tirk bişkîne û wiha berdewam kir: “Li Rojava her kes di hedefa êrîşan de ye, tiştek bi navê mafên mirovan nemaye. Ji bo ev bi dawî bibe, pêwîst e her kes rabe ser xwe û piştgiriyê bide berxwedana Rojava. Îradeya gel heya niha li hember êrîşan bi ser ketiye. Li ku derê gel xwedî îrade be, li wir serkeftin mîsoger e.”

‘Wê şoreşa Rojava mayinde be’

Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo jî sersaxî ji gelê Rojava re xwest û got: “Sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re dixwazim û berxwedana Rojava silav dikim. Em li gel we ne û divê were zanîn ku şoreşa Rojava her dem di hedefa dijmin de ye, wê li hemberî van êrîşan jî têk neçe.”

Şemê Remo di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî êrîşên li ser Şengal, Mexmûr û Rojava û wiha got: “Cîhan li hember êrîşên li ser gelê me li Şengal, Mexmûr û Rojava bêdeng e. Êrîşên tên kirin li dijî hemû qanûnên mafên navneteweyî ne. Lê tevî wê jî hemû xwe bêdeng kirine. Em vê bêdengiyê jî şermezar dikin.”

‘Em xwedîderketina Rojava ya li civaka Êzidî ji bîr nakin’

Şemê Remo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xwedîderketina rojava ya li Êzidiyan û wiha got: “Em xwedîderketina gelê Rojava ya li civaka Êzidî ji bîr nakin û me dît çawa xwedî li me derketin û me ji qirkirinê rizgar kirin. Çi dibe bila bibe, em ê xwe ji Rojava qut nekin û çi ji destên me were em ê bikin.”

‘Em û Rojava yek in’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Tewrê Hisên jî li ser êrîşên ku li ser Rojava didomin da zanîn ku ew û Rojava yek in û got: “Şerekî gelek giran li ser Rojavayê Kurdistan tê meşandin û pir şehîd dane. Em pir bi şehadeta wan hevalan diêşin. Şehîdên wan ên me ne. em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û em wan êrîşan şermezar dikin. Em dibêjin ku Rojava û Şengal yek in. Bi van êrîşan cihên jiyanê weke cihê genim, cereyan û nexweşxaneyên herêmê kirine armanca êrîşên xwe. Armanca wan bi van êrîşan ew e ku civakê talan bikin û pêşî li serkeftinê bigrin, çawa li Şengalê jin pêşeng in û sazî û dezgehên wan ava bûne li Rojava jî wisa ye. Dijmin ji vê hêzê ditirse ji bo wê jî êrîş dike.”

‘Rojava em tenê nehiştin, em jî rojava tenê nahêlin’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Ehram Hisên jî helwesta xwe ya li hemberî êrîşan bi van gotinan anî ziman: “Êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê çêdibin em şermezar dikin. dagirkeriya tirk binesaziya herêmê dike hedef. Em tu carî Rojava bi tenê nahêlin, çawa di dema fermanê de Rojava em tenê nehiştine em jî îro Rojava tenê nahêlin. Rojava xweseriya xwe ava kir û berxwedana xwe didomîne. Em wê berxwedaniyê silav dikin. rojava bi fikrên serok Apo xwe birêxistin kiriye. Dagirker êrîşî fikrên serok Apo dikin. Em wan êrîşan şermezar dikin û dibêjin em li pişta Rojava ne, em wan tenê nahêlin”

Daxuyanî bi dirûşmên, ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bimre xiyanet’ bi dawî bû.