28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em Şengalê teslîmî kesî nakin’

Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji bo êrîşa ku duh di saetên şevê de ji aliyê artêşa tirk ve li Sinûnê pêk hat de daxuyaniyek da û diyar kir ku yên Şengal rizgar kirine wê li Şengalê bimînin û Şengalê teslîmî kesî nekin.

Artêşa tirk, duh di saetên şevê de li bajaroka Sinûnê ya Şengalê bi balefireke bêmirov êrîşî wesayîteke ku Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têde bûn kir. Di saetên serê sibehê de YBŞ’ê der barê êrîşê de daxuyaniyek da û encamên wê ji raya giştî re ragihand. Li gorî daxuyaniya YBŞ’ê di êrîşê de şervanên wê Cahît Derwêş Ilyas û Seed Xelîl Qasim Çûko jiyana xwe ji dest dane û şervanek jî birîndar bûye.

Rêveberiya Xweser a Şengalê jî li cihê ku êrîş lê pêk hatiye daxuyaniyek da û êrîşê bi tundî şermezar kir. Endamên meclîsên gel, TAJÊ, Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê û gelê Sinûnê tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de li ser navê koordinasyona TAJÊ dayê Şemê Remo axivî û ev tişt got:

“Di salvegera rizgarkirina Şengalê de dijmin ev êrîş kir. Malên me yên li başûrê Kurdistanê pêl bi pêl vedigeriyan Şengalê. Ew zarokên êzidî ku DAIŞ şikandin, di fermanê de çek rakirin û sond xwarin rastî êrîşê hatin. Lê çi dibe bila bibe em ê dest ji dijmin re daneynin, em ê dest ji doza xwe bernedin. Şehîdên me parçeyek ji laşê me ne, zarokên me ne lê em bi şehîdên xwe serbilind in. Dijmin çi bike jî êzidî natirsin. Her êzidiyek li ku derê be wê doza xwe bimeşîne.”

‘Şengal Şengala me ye’

Li ser navê Meclîsa Gel a Sinûnê jî Hevserokê Meclîsê Seydo Elî axivî û ev tişt anîn ziman:

“8 sal di ser rizgarkirina Şengalê re derbas bûn, xelkê me vedigeriya ser cih û warê xwe. Dijmin naxwaze Şengal aram bibe.  Yên ji Şengalê reviyane dixwazin car din Şengalê vegerînin beriya 2014’an. Divê xelkê Şengalê rabe ser xwe û bibêje em Şengalê teslîmî kesî nakin. Yên ku Şengalê rizgar kirin wê li Şengalê bin. Çiqas êrişê me bikin jî em ê karê xwe dewam bikin. Şengal Şengala me ye.’’

Daxuyanî bi dirûşma şehîd namirin û bijî berxwedana YBŞ’ê bi dawî bû.