18 Eylül, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em şevê bi tilîliyên xwe ronî dikin’

Jinên ciwan ên DEM Partiyê li dijî qedexêyên ziman û gavendê li ser dîwarên nivîsên kurdî nivîsandin û anîn ziman ku ew li her derê ne û kuçeyan ji dagirkeran re nahêlin.

Jinên Ciwan ên DEM Partiyê li navçeya Kurtuluş a Stenbolê li dîwarên kuçe û kolanan nivîsên kurdî nivîsandin û qedexeya li ser ziman û govendê şermezar kirin. Ciwanan li ser dîwaran nivîsên “Bê têkoşîn govend nabe”, “Zimanê me rûmeta me ye”, “Em bernadin vê dîlanê”, “Jin Jiyan Azadî” û “Şêrîn û xweş e zimanê kurdî” nivîsandin. Jinan têkildarî çalakiyê peyamek li ser hesabê medya dijîtal parvekirin û gotin: “Em jin li dijî yên ku êrîşên tabelayên kurdî dikin û hewl didin ku govenda me qedexe bikin in. Em li her derê ne! Em ê kuçeyan ji hişmendiya dagirkeran re nehêlin. Em şevê bi tilîliyên xwe ronî bikin!”