20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Emîne Şenyaşar 94 roj in dixwaze wezîr soza xwe pêk bîne

Emîne Şenyaşar, 94 roj in bang li Wezîrê Dadê dike û dixwaze soza ku daye pêk bîne. Emîne Şenyaşar ji bo wezîr soza xwe pêk bîne 94 roj in li ber Wezaretê nobeta edaletê digire.

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin di roja 94’emîn de berdewam kir. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar li pêş wezareta dadê nobeta xwe berdewam kirin.

Sevînç Çakir ku kurê wê di hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hat girtin, ji Emîne Şenyaşarê bi bandor bû û li ber Wezareta Dadê dest bi çalakiyê kiribû. Sevînçê di roja 18’an de çalakiya xwe domand.