18 Eylül, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Emîne Şenyaşar dê li pêş Meclîsê çalakiyê bidomîne

Emîne Şenyaşar a ku Nobeta Edaletê veguheztî ber Serokatiya Meclîsê, diyar kir ku ew ê çalakiya xwe ya li dijî zilmê bidomîne.

14’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûs a Rihayê parêzvan û xizmên Parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de Emîne Şenyaşar hevser û du kurên xwe winda kirin, her wiha kurekî wê jî hate girtin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê Ferît Şenyaşar nobeta edaletê dan destpêkirin. Malbata Şenyaşar ku demekê navber dabûn çalakiya xwe, nobet veguheztin ber Serokatiya Meclîsê. Beriya çalakiyê Malbata Şenyaşar li Meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist. Emîne Şenyaşar di civîna çapemeniyê de axivî û bi bîr xist ku 6 sal in ew têkoşîna edaletê dimeşîne. Emîne Şenyaşar bang li Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan kir û got: “Eger pêwîst bike, ez ê li Meclîsê razêm. Hûn çima vê zilmê dikin? Gelo ma zarokên we nînin? We mala min xira kir. We çi ji wî xwest?” Emîne Şenyaşar anî ziman ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ew ê emeliyat jî bibe û got: “Beriya emeliyatê ez dixwazim zarokê xwe bibînim. Zarokê min berdin. Ne diyar e ka wê emeliyat çawa derbas bibe, dibe ku bimirim. Ez dixwazim ew were berdan. 6 sal in ez li ber qesrên edaletê dirûnim.”

Ferît Şenyaşar jî bal kişand ser bêedaletiyê li Tirkiyeyê diqewimin û got ku li dijî vê bêedaletiyê divê sekneke rêxistinkirî hebe.

Piştî daxuyaniya Malbata Şenyaşar, li ber Serokatiya Meclîsê bi pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo her kesê edalet” çalakî destpê kir. Dayik Emîne Şenyaşar bal kişand ser komkujiya qewimî û daxwazên xwe anî ziman.