7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?

Di roja 37’emîn a Nobeta Edaletê de bi hinceta “wezîr tune ye” nehiştin Emîne Şenyaşar bi Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike. Şenyaşar, bertek nîşan da û wiha got: “Kujer çima tên parastin? Ma ev dewleteke çawa ye?”

Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Malbatê, di roja 846’emîn de nobeda xwe ji Rihayê veguhestibû Enqereyê û nobeda li pêşiya Wezareta Dadê di roja 37’an de berdewam kir.

Dayika Emîne Şenyaşar ku li kursiya biteker siwar bû, ji Deriyê Dîkmen ê Meclisê heta pêşiya Wezareta Dadê meşiya. Di destê Şenyaşar de dovîza bi nivîsa “Edalet” hebû û kurê wê Ferît Şenyaşar û Parlamentera CHP’ê ya Stenbolê Turkan Elçî li gel bûn.

 ‘Ev dewleteke çawa ye?’

Emîne Şenyaşar li pêşiya wezaretê axivî û wiha got: “Kesên we kiribûn parlamenter, mirov qetil kirin. Ez dixwazim kurê min were berdan. Dewlet çima kujeran diparêze? Ma hûn kamerayên ewlehiyê nabînin? Dîmenên li kargehê û nexweşxaneyê hatine jêbirin. Ev dewleteke çawa ye?”

Di vê navberê de polîsan hewl dan rojnamegeran asteng bikin. Dema rojnamegeran jê pirsîn bê ka di vê mijarê de biryareke hiqûqî heye yan na, polîsan bersiva “Kesên rayedar vê ji me dixwazin” dan. Piştre jî malbata Şenyaşar diyar kir ku dixwazin bi wezîr Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike. Xebatkarên wezaretê gotin ku wezîr li wezaretê nîne.

Malbat heta demekî li wir ma û piştre vegeriya Meclisê.