3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şenyaşar û Çakir li edaletê digerin

Emîne Şenyaşarê çalakiya Nobeta Edaletê di roja 80’yî de li ber Wezareta Dadê domand. Sevînç Çakir jî di roja 6’an de nobeda edaletê berdewam kir.

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di êrişê de hevjîn û du kurên wê hatibûn qetikirin li Enqereyê li ber Wezareta Dadê didome. Emîne Şenyaşar û kurê wê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar bi hev re nobet girtin. Sevînç Çakir ku kurê wê di hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hat girtin, ji Emîne Şenyaşarê bi bandor bû û li ber wezareta dadê dest bi çalakiyê kiribû. Sevînçê di roja 6’an de çalakiya xwe domand.

Dayik Şenyaşar, piştî nobetê ligel lawê xwe Ferît Şenyaşar derbasî Meclisê bû.

Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjînê Emîne Şenyaşar û 2 kurê wê hatin kuştin. Kurekî wê jî hat girtin û hêj girtî ye.