6 Temmuz, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

EMO’ya Amedê: DEDAŞ’ê guh neda hişyariyên me

Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) ya Amedê da zanîn ku sedema şewatê ne şewitandina pirêzeyê ye lê ji ber dîrekên ceyranê ye û got DEDAŞ’ê hemû hişyarî piştguh kirine

Bertekên li dijî şewata navçeya Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê yên di 20’ê hezîranê de derketine didomin. Li gorî nûçeya nûçegihana ajansa Mezpotamyayê Rûkiye Adiguzel, DEDAŞ’ê û Walîtiya Amedê ji bo sedema şewitîna hezaran donimên zeviyan gotin ku “şewitandina pirêzeyê” ye lê belê şahidên bûyerê û pêşrapora dozgeriyê, Walîtî û DEDAŞ’ê diderewîne. Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) ya Amedê da zanîn ku sedema şewatê ne şewitandina pirêzeyê ye û diyar kir ku li xetên ceyranê yên ji zeviyan derbas dibin li dijî şewatê tevbîr nehatine girtin.

Heserokê Şaxa EMO’ya Amedê Ûfûk Bûlût têkildarî şewat û sepanên DEDAŞ’ê yên li herêmê axivî.

‘Li hersê dîrekên herêmê ceyran heye’

Bûlût anî ziman ku wan li herêma şewatê lêkolîn kirine û diyar kir ku 2 ji wan hesin yek ji wan dar 3 dîrekên ceyran hene û wiha axivî: “Dîreka dar di navbera 2 direkên hesin de cih digire. Di van her sê dîrekan de jî ceyran heye. Lê belê li gorî îdiayên DEDAŞ’ê di kîlometre û nivê van dîrekan de ceyran nîn e. Dibêjin ji ber trafo hatine jêkirin, ceyran nayê dayîn. Sedama ku DEDAŞ dibêje di van her sê dîrakan de ceyran nîn e ev e lê belê di hersê dîrekan de jî ceyran heye.”

‘Me hişyarî kirin’

Bûlût da zanîn ku dema DEDAŞ’ê enerjî bir li cihekî divê tevdîrên can û mal bigire, pêşî li qezayên pêk tên bigire û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber guherîna demsalana di têlên ceyranê de ji ber germbûnê diqebirin, sermayê de şid dibin. Ev yek têlan bêhtir tîne xwarê û dibe sedema çêbûna arkan. Heke wekî dîrekan ev neyên paqijkirin, derdrorê wan neyê rastkirin ev yek dibe sedema şewatê. Me ji bo lênêrînên van ên rêk û pêk werin û ji bo enerjiyekî baş were dayîn hişyariyên xwe kirin.”

‘Divê şirketên belavkirinê werin îstîmalkirin’

Bûlût bi bîr xist ku şîrket ji ber armancên qezenckirina pereyan tên avakirin û bilêv kir ku ji ber vê yekê divê şîrketên belavkirian ceyranê werin îstîmlaqkirin û wiha got: Ji ber ev şîrket bêhtir bazirganiyê dikin, hişyariyan guhdar nakin. Feraseta bazirganiyê ev e. Em çi jî bikin dê feraseta bazirganiyê xwe bide pêş. Divê şîrketên bazirganiyê bêhtir girîngiyê bidin van karan. Wekî din divê mirovên li heremê jî di vê mijarê de werin ronîkirin. Divê herêm werin diyarkirin, dîrekên li van deran werin nûkirin, ji dest werin derbaskirin, bêyî ku zirarê bide can û mal werin rastkirin.

‘Divê herêma karesatê were îlankirin’

Bûlût bal kişan ser encamên xirab ên şewat, anî ziman ku ji bo zirara welatiyan were bersivandin divê demildest herêmên şewatê wek “herêma karesatê” werin îlankirin û ev tişt gotin: “Piştî zirara çêbûye hate bersivandin divê dewlet ser navê raya giştî hesaba vê yekê bipirse.”

‘Mekanîzmayên venêrînê nayên meşandin’

Sorgûl Aytek Avşar a di nav şandeya li herêma şewatê lêkolîn kiriye de cih girtiye jî diyar kir ku wan di herêmên çolter de tespît kirine ku sîgorteyên enerjiya navîn nîn in û got ev yek jî diyar dike ku ev şîrket taybetî jî li herêmên çolter rezemeniyên baş nakin Avşar axaftina xwe wiha domand: “Heke hûn qada raya giştî pêşkeşî şîrketan bikin hûn ê xizmetê nabînin. Ji ber ew der êdî hatiye dewrkirin û bûya qada kar. Wekî fabrîkayekî, karekî ku pere bîne bifikirin. Hatiye wê astê. Mekanîzmaya venêrînê jî li ser şîrketan baş neyê meşandin.”

Avşar da zanîn ku divê mekanîzmaya DEDAŞ’ê kontrol dike xurt be û wiha pê de çû: “Heke hûn qadekî raya giştî taybet bikin divê hûn mekanîzmaya venêrîna wê jî ava bikin. Lê belê mekanîzmaya venêrînê baş nayê meşandin. Ev xizmetekî raya giştî ye ne xizmetekî din e. Qada ku gefê li can û malê me dike ye, divê bi tu awayî neyên taybetkirin.

Tiştên divê werin kirin

Avşar bal kişand ser kêmaniyên li qadên çolter tên jiyîn û derbarê tiştên divê bên kirin de wiha got: “Divê demildest DEDAŞ li wan herêman başkirinekî bide destpêkirin. Divê razemeniyan pêş bixin. Divê ev razemenî ji hêla mekanîzmayên kontrolkirinê werin şopandin. Divê dîrekên dar bi temamî werin rakirin. Divê xetên ceyranê ji nû ve werin raxistin û cihên zêdek hatine kirin divê werin başkirin. Divê girêdana van xetan baştir were kirin. Li aliyê din divê welatî di hêla şewitandina pirêzeyan de werin perwerdekirin. Tiştên bi vî rengî jî hene. Şûşeyên cam jî dibin sedema şewatê. Lewma divê civak were ronîkirin. Êdî divê em di vê mijarê de rêbazekî bibînin. Ji ber gefê li canê me, malê me û xwezaya me dixe. Di vê mijarê de divê em gelek tiştan bikin.”