17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Erdogan ji Îsraîlê daxwaz kiribû ku Heniye li derveyî axa Tirkiyê bikujin’

Li gorî agahiyên Malpera Fox Press’ê plana kuştina Ismaîl Heniye li Tirkiyeyê hatibû kirin lê di kêliyên dawî de Erdogan ji Israîlê xwestiye ku ew plan li derveyî axa Tirkiyeyê pêk were

Malpera Fox Press’ê ku agahiyên xwe sipartin çavkaniyên taybet ragihand ku haya Tirkiyê ji plana kuştina Serokê Mekteba Siyasî ya Tevgera Hemas Îsmaîl Heniye hebû. Li gorî wan agahiyan Israîlê plan kiribû ku Ismaîl Heniye li Tirkiyeyê bikuje, lê serokkomarê Tirkiyeyê ji Israîlê daxwaz kiriye ku vê plana kuştina Heniye ne li ser axa Tirkiyeyê pêk bîne.

Li gorî heman çavkaniyan îstixbarata Îsraîlî bi rêya teknolojiyên pêşketî çavdêriya tevgerên Ismaîl Heniyeyê dike û ji bo vê armancê 13 peykên sîxuriyê bikar anîne.

Li gorî çavkaniyên îstixbarata Îsraîlê bi rêbazên taynbet hesabê Whatsupê yê telefona Heniye bidest xistiye û wiha ew şopandiye.

Agahiyên balkêş

Agahiyên balkêş ên ku Fox Pressê bi dest xistine diyar dikin ku Îsmaîl Heniye beriya ku biçe Îranê li Tirkiyeyê bû û plana kuştina wî hatibû kirin. Lê li gorî vê nûçeyê serokkomarê Tirkiyeyê Tayip Erdogan ku haya wî ji plana kuştina Heniye çêbûbû, ji rayedarên Israîlê daxwaz kiriye ku ev plan li derveyî axa Tirkiyeyê were pêk anîn. Ev jî tê wê wateyê ku hem haya Erdogan ji kuştina Heniye hebû û hem jî ew ne li dijî pêkanîna vê planê bû lê tenê xwestiye ku ne li Tirkiyeyê pêk were.

Piştî kuştina Heniye rojnameya New York Times jî gotibû ku Îsraîlê hûrgiliyên vê operasyonê bi rayedarên hikûmeta Amerîka û hin hikûmetên din re parve kiriye.

Li gorî rojnameya The Telegraph jî plana MOSAD’ê ya kuştina Ismaîl Heniye hatibû kirin ku di dema cenazeyê serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî de were kirin. ji bo wê yekê Istixbarata Israîlê hin kes ji nava hêzên ewlekariyê ên Îranê kirê kiribûn da ku bombeyekê li odeya Ismaîl Heniyê bicih bike. Li gorî heman çavkaniyê dibe ku ev valahiya ewlekariyê ji qestî ji alî hin rayedarên ‘Muhafizên Şoreşê’ jî hatibe kirin da ku serokkomarê nû yê Îranê zeyîf nîşan bide û wekî antîpropogandayekê li dijî serokkomarê nû bikar bîne.

Di kêliyên pêşî yên belavbûna nûçeya kuştina Heniye de her kesî behsa êrîşa bi fûzeyekê ji dervey Îranê pêk hatiye lê paşê derkete holê ku bombeyeke demî ku ji dûr ve tê teqandin li odeya Heniye hatiye bicih kirin û ji dûr ve hatiye teqandin.

Der barê vê mijarê de Rojnameya New York Times destnîşan kir ku bombeya demkî ya ji dûr ve tê kontrolkirin, beriya 2 mehan  li odeya ku dê Heniyê lê bimîne hatiye bicihkirin. Rojnameyê da zanîn ku Heniye bi vê bombeyê hatiye kuştin.

Bertek û nerazîbûnên navdewletî

Di nava raya giştî ya erebî û navdewletî de gelek nerazîbûn û bertek li dijî şerê Israîlê yê li Xezayê derdikevin holê.  Di vê bûyera dawî ya kuştina Heniye de jî gelek nerazîbûn derketin hol. Lê pirsa ku niha her kes dike gelo dê Îranê bersiveke çawa bide Israîlê ji ber ku Heniye li paytexta wê hatiye kuştin. Rayedarên Îranê gelek gef li Israîlê xwarin û ev yek di nava raya giştî de wekî ku dibe bibe sedema şerekî raste rast di navbera Israîl û Îranê de.

Piştî kuştina Heniye di cih de Amerîkayê desteka xwe ya çekan ji Israîlê re kir û amadekariya ku heke Îranê êrîş bike bersiveke çawa bidin Îranê, kirin.

Heke Îranê êrîş bike û dê bi rengekî êrîş bike dê Israîlê jî li hember wê êrîşê bêdeng nemîne û êrîşeke din bike. Lê niha metirsiya herî zêde ew e ku Îranê bi riya milîsên xwe yên li Sûriyeyê êrîşî Israîlê bike.

Gelo dê Îranê ji Sûriye êrîş bike

Li gorî agahiyên ku navenda çavdêriya mafê mirovan a Sûriyeyê belav kiriye di van rojaên dawî tevgereke zêde ya milîsên Îranê ên li Sûriyeyê heye. Ev jî nîşaneya wê yekê ye ku dibe Îranê bi riya milîsên xwe yên li ser axa Sûriyeyê bersiva êrîşa Israîlê û kuştina Heniye bide.

Li gorî heman çavkaniyê fermandarê leşkerî yê Hizbullaha Lubnanê, “Fouad Ali Şukir” di gefa li dijî Israîlê de îşaret bi wê yekê kir ku dê xaka Sûriyê ji bo destpêkirina êrîşên balafirên bêmirov ber bi Îsraîlê ve bikar bînin.  Bi taybetî ew dê li dijî artêşa Israîlê ya li girên Golana dagirkirî û yên li ser xaka Filistînê werin bikaranîn.

li gorî wan çavkaniyan plan ev e ku balafirên bêmirov ji ser xaka Sûriyeyê bişînin û di medya û çapemeniyê de vê yekê aşkera nekin û wekî ku êrîş ji aliyê “Berxwedana Îslamî” ya Iraqê ve hatibin kirin, nîşan bidin.

Her wiha li gorî heman çavkaniyan milîsên Îranê ferman dane endamên xwe ku eger Amerîka beşdarî şikandina êrîşa li ser Îsraîlê nebe, bingehên serbazî yên Amerîkayê nekin armanc.

Çend roj berê grûpên alîgirên Îranê yên ji netewên sûrî û ne-sûrî xalên xwe yên ku li devera Seyîda Zeyneb li başûrê Şamê, ji bilî başûrê rojavayê bajêr û Grûpên Quneyterê, li wan deveran vala kirine. Her wiha komên girêdayî Hizbulaha Lubnanê jî heman tevger û cihguhrtin kirine da ku nebin armanca êrîşeke muhtemel a Israîlê li ser axa Sûriyeyê.