28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eren: Sedema xitimandina hiqûqê kêşeya kurd e

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku sedema herî girîng a xitimandina kêjeyê di warê hiqûq, demokrasî û mafên mirovan de, neçareserbûna kêjeya kurd e û wiha got: “Ger hûn biryarên darazê li gorî kes, cih û demê pêk neynin, ev tê wê wateyê ku we dev ji hiqûqê berdaye.”

Baroya Amedê bi boneya vekirina dadweriya sala nû li ber derê avahiya Dadê daxûyanî dan. Di daxûyaniyê de gelek parêzer amade bûn. Serokê Baroyê Amedê Nahît Eren daxuyanî xwend.

Nahît Eren di despêka axaftina xwe destnîşankir ku Îro Roja Aştiyê ya Cîhanê ye û wiha got: “Ji ber polîtîkayên şer ên dewletan, li gelek deverên cîhanê bi taybet li Ukrayna û Sûriyê, ji ber şer û pevçûnên navxweyî mirov jiyana xwe ji dest didin, bajar dibin cihê ku lê nayê jiyîn. Ji ber wê bi mîlyonan mirov neçar dimînin ku koç bikin. Wek Baroya Amedê; em careke din diyar dikin ku em li dijî şer û tundiyê ne.”

Bang li civaka navneteweyî kir

Eren diyar kir ku civaka kurd ji bo aştiyê bedelên giran daye û wiha domand: “Civaka kurd piştgirî daye pêvajoyên çareserî û aştiyê yên di salên borî de hatine destpêkirin. Em dibêjin sedema herî girîng a pirsgirêk û xitimandina di warê hiqûq, demokrasî û mafên mirovan de, neçareserbûna pirsgirêka kurd e. Em banga destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyeke dadwerî di çarçoveya maf û hiqûqê de dikin. Em bi bawerin yekane çareseriya pirsgirêkan diyalog û aştî ye. Em Roja Aştiyê ya Cîhanê li hemû gelan pîroz dikin û bang li civaka navneteweyî dikin ku li dijî şerên ku diqewimin bikevin nava tevgerê.”

Yê ku edaletê pêk tînin divê ne alîgir bin

Eren anî ziman ku di sala borî de ji bilî çareseriyê pirsgirêkên wan yên pîşeyî zêde bûne, pirsgirêka hiqûq, serxwebûn û bêalîbûna darazê didome û wiha pê de çû: “Binpêkirinên mafên mirovan berbelav bûne û bênavber bi rêk û pêk bûne. Li welatekî endamên darazê yên ku xebatên dadwerî dimeşînin û edaletê pêk tînin; ku ji her cure desthilatdarî û navendên desthilatdariyê serbixwe nebe û bi tevahî bêalîbûn erkên xwe pêk neyne, li wir qala edaletê nayê kirin. Pirsgirêkeke din a kronîk a pergala me ya hiqûqî israra ne bicihanîna biryarên DMME’yê ya ku daraza wê ya mecbûrî hatiye qebûlkirin û Dadgeha Destûra Bingehîn e. Ger hûn biryarên darazê li gorî kes, cih û demê pêk neynin, ev tê wê wateyê ku we dev ji hiqûqê berdaye. Mafê jiyanê ku mafê herî bingehîn ê mirovan e, di bin tu şert û mercan de nayê astengkirin û rawestandin. Rastiya ku mirov di her hawîrdora ku lê tê de jiyanek layiqî rûmeta mirovatiyê bijî, bingeha hemû metnên mafên mirovan e.”

‘Em hevîya ku ji bo her kesî edalet pêk were’

Eren da zanîn ku ew di vekirina dadwerî ya her salî de bendewarî û daxwazên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên parêzerên ku hêmaneke bingehîn a têkoşîna maf û edaletê ya kesane û pîşeya hiqûqî ne, tînin ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Parêzer dema ku pîşeya xwe dikin rastî tundiya aborî û her wiha tundiya fizîkî tên. Em hevî dikin ku bi darizandina bi bandor a di sala dadwerî de, dê di serî de cinayeta Serokê Baroya me Tahîr Elçî hat qetilkirin bê ronîkirin. Em hêvîdar in ku ev sal bibe salek ku pirsgirêkên me yên dadwerî û pîşeyî bên çareserkirin. Mafên mirovan û serweriya hiqûqê bi tevahî were şopandin û edalet ji bo herkesî pêk were.”