2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşa DYA’ê li Iraqê bû mijara nîqaşan

Roja şemiya bê Parlamentoya Iraqê wê ji bo nîqaşên der barê êrîşên Amerîkayê û guftugokirina proje yasaya durxistina hêzên Amerîkayê ji nav Iraqê civînekê lidar bixe

Beşek ji parlamenteran bi taybet parlamenterên Şîe daxwaza demildest kombûna Parlamentoyê dikin ku biryara derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê were dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku duh bi şev li navçeya Meştel a li rojhilatê Bexdayê wesayîtek hate bombebarankirin û encamê de 3 kes hatin kuştin 2 ji wan berpirsên pilebilind ên Hîzbullahê bûn. Berxwedana Îslamî ya li Iraqê got di êrişê de Ebû Baqir Saidî û Erkan Elyawî ku serkirdeyên liwayên Hizbûllah Iraqê ne, jiyana xwe ji dest dan û ragihand ku ev êriş bê bersiv namîne.

CENTCOM’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku di çarçoveya bersivdanan êrişên li ser hêzên wan ên li Iraqê, duh bi şev li Bexdayê êrişek pêkanîn û hinek berpirsên Hizbûllahê ku destê wan di nava êrîşên li ser hêzên wan de hebûn, hatin hedef girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye û gelekî balkêşe ku hema bêje rojane êrîşên dewleta tirk li ser axa Iraq û başûrê Kurdistanê tên kirin lê ti helwesteke wiha ne ji alî hikûmeta Iraqê ne jî ji alî hikûmeta başûrê Kurdistanê ve bipêş dikeve.