18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojava tên protestokirin

Êrîşên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li çend bajarên cuda hatin protestokirin.

Êrîşên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hinek bajaran hatin protestokirin. Li Rihayê, li pêşiya avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyanî hate dayîn û li gel nûnerên rêxistinên civaka sivîl, gelek kes tev li bûn. Polîsan xwestin girseyê asteng bikin. Amirekî polîsan got; “Ez dewlet im û destûrê nadim. Hûn nikarin mafê xwe yê demokratîk li vir bi kar bînin.”

Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî bertek nîşanî helwesta polîs da û wiha got: “Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, em li dijî şer in. Li Rojhilata Navîn dîsa xwîn tê rijandin. Banga me li hemû îktîdarên hebûna xwe li ser rijandina xwînê ava dikin ew e ku dev ji van polîtîkayên xwe berdin. Divê hemû pirsgirêk bi rêya guftûgoyê bên çareserkirin û pêşiya muzakereyan bê vekirin. Navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd jî Îmrali ye. Di navbera salên 2013-2015’an de hevdîtin çêbûn û xwin nerijiya. Şandeyên fermî çûn Îmraliyê. Divê tavilê şande biçin Îmraliyê.”

Mêrsîn

Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî li Mêrdînê daxuyanî dan. Polîsan li vir jî xwestin daxuyaniyê asteng bikin. Girseyê gelek caran dirûşma Bijî berxwedana Rojava” berz kirin û di navbera girseyê û polîsan de rageşî derket. Di encama muzakereyan de daxuyanî li şaneşîna avahiya DEM Partiyê hate dayîn. Berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Ayşe Bozan di daxuyaniyê de got ku dewleta tirk piştî windahiyên li herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakûrkê êrişî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.

Bozan, da zanîn ku di êrişan de saziyên xizmetê hedef hatine girtin û wiha pê de çû: “Di êrişan de gelek kes hatin qetilkirin. Ji bo aştiyê û bidawîbûna şer û pevçûnan, divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e. Divê hemû gelên me li dijî êrişan bibin yek. Çareserkirina pirsgirêka kurd her wiha dê hêviya pêkvejiyanê ya gelên Rojhilata Navîn mezin bike. Ji bo vê jî divê Tirkiye dev ji qirkirinên xwe yên li dijî gelê kurd berde û rêya aştiyê veke. Êrişên li dijî Rojava dê neçareseriya heyî kûrtir bike. Divê tavilê ev êriş bi dawî bibin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gav bên avêtin.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

Wan

Li Wanê jî bi pêşengtiya TJA’yê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Wanê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta me ye” hatin berzkirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê xwest daxuyaniyê li derve bide lê polîsan mudaxile kirin û zext kirin ku li pêşiya avahiya partiyê bê dayîn. Polîsan, bi pergala deng daxuyanî provake kirin.

‘Şer çareserî nîne’

Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gonul Uzunay di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Gelê kurd bi sala ye ji bo ziman û nasnameya xwe têdikoşe. Îktîdara Tirkiyeyê êrişî destkeftiyên gelê kurd dike. Dewleta tirk li dijî Rojava êrişên giran dike. Di encama bombebarankirina Nexweşxaneya Heyva Sor de 7 sivîl hatin qetilkirin. Rojava ev 10 sal in li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dide. Dewleta tirk bi domandina polîtîkayên şer, dibe sedema qirkirinan. Weke DEM Partiyê em careke din dibêjin ku çareserî bi şer nayê. Tu xêra vî şerê qirêjî nagihije civakê. Ev şer zirarê dide Tirkiyeyê. Divê hêzên navdewletî van êrişan bibînin û bidin serkinandin. Dê têkoşîna me ya aştiyê ya li dijî şer bidome.”

Mûş

Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê jî êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir. Gelek kes tev li daxuyaniya li pêşiya avahiya partiyê hatiye dayîn bûn. Rêvebera DEM Partiyê ya Bajar Çîçek Tutuş di daxuyaniyê de got ku îktîdara AKP-MHP’ê roj bi roj polîtîkayên şer girantir dike û ev tişt anî ziman: “Ev zîhniyeta ku di şer de israr dike, sivîlan hedef digire. Tirkiye, sûcê şer dike. Dîsa Rojava bombebaran kirin û qadên sivîlan bi zanebûn hedef girtin. Di serî de rafîneyên petrolê û embarên genim, hemû qadên sivîlan bombebaran dike.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.