17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eshab el-Kehf kuştina welatiyê amerîkî girt ser xwe

Milîsên çekdar ên bi navê "Eshab el-Kehf" berpirsiyariya kuştina hevwelatiyê amerîkî Stephen Troll girtin ser xwe.

Milîsên çekdar ên bi navê “Eshab el-Kehf” berpirsiyariya kuştina hevwelatiyê amerîkî Stephen Troll girtin ser xwe.

Fraksiyona çekdar di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku kuştina Stephen Troll ji bo tolhildana kuştina General Qasim Sulêymanî, Fermandarê Hêza Qudsê) û Ebû Mehdî El-Muhendis, cîgirê serokê (Hêzên Heşda Şebî) hatiye kirin.

Peyamnêrê El-Erebî/El-Hedath ragihand ku kesên nenas welatiyekî Amerîkî yê bi navê Stephen Edward Troll li Bexdayê li devera Kerrada – Kolana El-Sînaa- li nêzîkî Banka Rafîdeyn bi guleyan kuştine.

Eshab el-Kehf kî ne?

Koma çekdar a “Eshab el-Kehf” ji dema ku yekem car di sala 2019’an de derketiye, her dem wekî beşeke razdar tê hesibandin û her çend ew eniyek ji aliyên bibandor ên şîe temsîl dike, lê piraniya analîzan destnîşan dikin ku ew karên leşkerî pêk tînin.

Eshab el-Kehf  ji adara 2020’an vir ve êrîşên tund ên bi bombeyan li dijî konvoyan pêk tînin.  Her wiha di 17’ê mijdara 2020’an de êrîşeke mûşekî li ser Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî pêk anîbû.