3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Esnafên Pirsûsê derabeyên dikanên xwe venekirin

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de dema xebatên hilbijartinê dimeşandin, çûn dikana malbata Şenyaşar û êrîşî endamên malbatê kirin. Di dema êrîşê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Lê belê li wir rastî xizmên Yildiz ê AKP’î hatin. Di êrîşê de Celal û Adil Şenyaşar hatin qetilkirin û bavê wan Haci Esvet Şenyaşar jî li pêş çavên hevjîna wî Emîne Şenyaşar hat lînckirin û qetilkirin.

Çar sal piştî komkujiyê cara ewil e ku ji bo Haci Esvet û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar merasîma bîranînê tê lidarxistin. Bîranîna ewil li “Sûka Bîr Milyoncûlar” hat lidarxistin ku endamên malbatê li wir rastî êrîşê hatibûn. Ferît Şenyaşar ku di êrîşê de bi birîndarî xelas bûbû û li gel dayika xwe Emîne Şenyaşar 463 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê didomîne, beriya ku biçe pêşiya edliyeyê hat cihê komkujiyê û ji bo bav û 2 birayên xwe 3 qurnefîl danîn wir. Esnafên sûka Pirsûsê jî bertek nîşanî bêedaletiya li malbata Şenyaşar hatiye kirin dan û derabeyên dikanên xwe venekirin.

Ferît Şenyaşar li pêşiya kargehê axivî û ev tişt anî ziman: “Sê endamên malbata me di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li kargeha me ya ku 30 sal bûn me dixebitand hatin qetilkirin. Li kargehê êrîşî me kirin û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jî rastî komkujiyê hatin. Bi ser bûyerê re 4 sal derbas bûn lê hêj jî ev doz nehatiye ronîkirin. Di vê dozê de em wekî qurban hatin hilbijartin. Êşa me hêj mîna roja ewil e. Tevahiya xelkê Pirsûsê bûyerê baş dizane. Bi ser bûyerê re 4 sal derbas bûn lê xelkê Pirsûsê nîşan da ku ev bûyer ji bîr nekirine. Dê îro li goristanê bîranîn bê lidarxistin. Esnafên sûkê jî derabeyên xwe venekirin û bi awayekî demokratîk berteka xwe nîşan dan. Dibêjin ku ya li me hatiye kirin, li tevahiya xelkê hatiye kirin.”

Çar sal piştî komkujiyê cara ewil e ku dê li Goristana Şaredariyê ya navçeya Pirsûsê merasîma bîranînê bi girseyî were lidarxistin. Piştî bîranîna li goristanê jî dê Emîne û Ferît Şenyaşar biçin pêşiya Edliyeya Rihayê û çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê bidomînin. Tê payîn ku rêxistinên girseyî yên demokratîk, nûnerên partiyên siyasî û parastvanên mafên mirovan jî beşdarî nobetê bibin.