17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ev der Garê ye!

Ev neh salin nikare dol û newalên Haftanîn û der dora wê û ava Zap’ê zeftbikin dê çawa di sê mehên din Gara zeft bikin?

Di 13’ê meha tîrmehê de pêvajoya dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê ket qonaxekî nû. Wezîrê parastina tirk Yaşar Guler, serokkomarê tirk Erdogan daxuyanî dan û gotin “pêvajoya operasyona pençe kilît êdî ber bi dawî tê, em ê heta meha mijdarê temam bikin”. Ji ber ku salvegera damezrandina PKK’ê 27’ê Mijdarê ye, hilbijartina meha mijdarê bi zanebûn hatiye kirin.

Her wiha wezîrê parastina tirk got: “Em ê çiyayê Garê bigrin û edî vê mijarê biqedînin”.

Di çapemeniyê de nav wek Garê derbas dibe lê şêniyên ku li derdora vê deverê dijîn ji çiya re dibin Gara.

Îro rewş pir germ e, şer ji her alî ve dijwar e. Bi taybet jî li çiyayên Agirî, Gabar, Botan, Dêrsîm û seranserê Zagrosan şer dijwar e. Lê dewleta tirk ev 9 sal in Çiyayê Avaşîn, Heftanîn, Metîna û der dora ava Zapê kîlît bû, ser çend giran xwe bi cîh kiriye nikare dakeve newala. Niha jî dibêje; “Ez ê biçim Garê” baş e Garê li ku de rê ye, mezinahiya wê, dirêjî û bejahiya wê ku heta ku de rê ye?

Rojhilatê Gara dighêje binya bajarê Dîana, rojavayê wê Zaxo- li ser ava Xabûr, li bakurê wê bajarê Şeledizê, Dêrelok, Amedî, Kadîşê, Sersing, li başûrê wê Dihok, Akrê û gelek navçe, bajarokên biçûk, bi hezaran gund hene. Di nav xwe de nêzî hezar dol, newal, labîrendên sedan çiyayên hev girêdayî ye. Yanî Haftanîn, Metîna û Zap komê ser hev bikin dîsa jî qasî mezinahiya Gara nakin. Başe ev neh salin nikare dol û newalên Haftanîn û der dora wê û ava Zap’ê zeftbikin dê çawa di sê mehên din Gara zeft bikin?

Mijarekî din û herî girîng jî ev e; PDK ket pêşiya tirkan û wan anî Başûr da ku “Başûr ji PKK’ê paqij bike!” Ev çand salê dawî çi bû? Dewleta tirk di destpêkê de Heftanîn, Metîna, Zap, Xeta Avaşîn Cîlo vê dawî jî ket nav bajarê Amedî, Kadîşê, Dêrelok û Şeledizê. Ev navê çiyayên jorê me bi navkir PKK ev 40 sal zêdetir e lê ye û îro jî lê ye. Leşkerên tirk tenya lûtkeyên çend cîhên çiyayên navborî xwe bi cîh kiriye, PKK jî li der dorê wan dizivirê û lê didê.

Beriya wê ev 40 sal in PKK bi navê hurmet, rêzgirtina deshilatdariya Başûr meşru didît û neket nav bajar, navçe û gundan û mudaxaleyê tu karê cîvakê yê îdarî û siyasî nekir. Têkiliyên xwe tim li ser xweşk û biratiyê pêş xist.

Baş e PDK leşkerên tirk anî, pêşengtî ji wan re kir û hê jî dike, çi encam derket holê: Navçe û hemû gundên Dihokê ketin destê tirkan, tirk li ser rêyan bendên kontrolkirina nasnameyan ava kirin. Êdî mudaxeleya siyasî, eskerî û îdarî dikin. Bajarên Amedî, Dêrelok, Kadîşê, Şeledizê, Bamernî, Kanîmasî, Zaxo û hemû gundên van navçeyan radestê dewleta tirk kirine. Niha gotina wezîrê parasitina tirkan ku digot “Em ê heta mijdarê Çiyayê Garê bigirin” tê wateya ku dê bikevin Dihokê. Ji ber ku tirk jî dizanin ne di 3 mehan de di 30 salan de jî nikarin Çiyayê Garê zeft bikin. Lê der dora Garê, Dihokê, Akrê mane ku tirk neketinê. Gerîla dîsa jî li cîhê xwe ne. Ji Dersîmê heta Avaşîn û heta ser serê Amedî jî di nav tevgerê de ne.

Daxuyaniyên rayedarên PKK’ê “tirk Başûr îlhak dikin” rastiyek e, ji ber ku rewşa heyî ya başûrê Kurdistanê, bi taybet herêmê di bin deshilatdariya barzaniyan de bi awayeke giran ketine destê tirkan. Di destê barzaniyan de nobedarî, nokerî û sîxuriya dewleta tirk maye. Êdî heta meha mijdarê tirk di bin navê dorpêça Garê de îdareya siyasî ya Başûr jî yê dawî bike. Statuya Başûr jî holê rabike. Ji ber ku Garê dorpêç kirin tê wetaya deşta Nînova dikeve bin kontrola tirkan.  Wekî din Garê ne mimkûn e ku were dorpêçkirin.

Başûrê Garê Laleşê, Şengalê, Hewler û Mûsilê hene. Jeopolîtîka Garê û jeostratejiya Garê hebûn û tunebûna Başûr diyar dike. PDK vê rewşê nizane? Bêguman ji herkesî baştir dizane, ji ber vê yekê tişta dike bi zanebûn dike, bi plan dike. Van kiryarên xwe jî di bin navê “kurdayetî” de bi salane dijminatiya gelê kurd perde poş dike, niha bi van kiryarên xwe xwe bêhtir deşîfre dike. Li gorî aqlê xwe; çawa Sedam hanî Hewlêr û di sala 1996’an de Hewlerê ji destê YNK’ê derxist, niha jî dibê tirk bên û PKK bêtesîr bê hiştin dê hemû parçeyên Kurdistanê dê bibin ên wan. Dê bibin Mîrê kurdan, lê tirk ne Sedam in, Sedam şagirtê tirkan bû. Edî asta hatî û tişta ji barzaniyan re mayî nobedarî û kerê pêş ê artêşa tirkan e,

Derencam defakto û satatuya Başûr ber bi tûnebunê ve diçe. Lê hêjî dereng nîne a dikeve ser hêza kurd ê welatparêz gelê xwe rêxistinkirin, gorî vê rêxistinkirinê Başûr bikin goristana xayîn û dagirkeran. Dibe ku bibe derfetekî tekoşîna Başûr û Bakur bikin yek, biçin li ser dagirker û nokerên wî ji welatên xwe derbixin. Gara navika zikê başûrê welat e, zik biqete derfetê jiyanê namîne, em jibîr nekin ku yê nehêle kêr li zik bikeve hêza gel e, hêza gel jî Başûr bi xwe ye. Gelê Başûr ne PDK ye ne jî barzanî ne, barzanî jî bi xwe ne Mesud û hevkarên wî ne. Niha vê kêliyê jî gelê Behdînan gerîla diparêze. A ku ji aliyê hemû gelê kurd ve bê kirin jî hevgirtin e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê