3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Evîna pakrewanan

Jiyana dilê çarparçe* jiyana pakrewanekî rêya azadiyê, yê rêya Kurdistanê…

Dema ku peyv tê ser evînê av disekinin, dar û ber tên zimanan û ba guhdar dike! Evîn, belkî sedema hebûnê, sedema hebûna giyan û ruh e. Gerdûn bixwe, evin e bi ya min. Evîna mirov a yara bedew bûye mijara bedewbûna peyvê… Ma Feqî û Mela qet dibetilin bi vê vegotin û bedewiya wêjeyî! Ji Mem û Zîn heta Ferhat ku bo Şîrîna şîrîn çiyê qul dike, ji Mecnûnê Leyla bigire heta Romeo û Juliyet, vegotin kevn nabe û her li ser zar û zimanan.

Îca ku evîn a welat be!

Xwînê di damaran de dicemidîne evîna welat ango evîna azadiyê… Ma azadî bê ax, bê welat dibe! Evîna welat hebûna mirovan e û yên ku can û giyanê xwe di ber de didin pakrewan in, yanî bi pakiya giyanê xwe di nav ruh û giyanê civaka xwe de diherikin û warê wan bihuşt e. Ew her pak û bêqisûr in. Li ezman, ax û ruhê civaka xwe de roniya roj û agir in û her diherikin bi rewanî… Evîna pakrewanan hebûna wî gelî, jiyana ruhê wi gelî ye. Pakrewanên riya azadiyê yên riya azadiya Kurdistanê jî wiha!

Ku mirov dêwbav, kal û malbatên ku ruh dane pakrewanan û ruh ji wan bi rohnayiya azadiyê girtine guhdar dike, digihê heqîqetê, heqîqeta evîn û hebûnê…

“Lawo, çi bibêjim ew hebûna me bû wisa dibiriqî. Piştî wî ku bira tev çûn Ewrûpayê, xwişk û bira em bi tenê hiştin, dilesirî… Lê ax, bêhna axa wî me dide jiyîn, tew ku em hevalên wî ên weke we dibînin, ma mirin çiye!” çav nabînin, qermûşkên rû weke riya jiyanê ku tev bela û musibetin, li awaza dil, rohnayiya peyvê û tebata dayê, mirov ecêbmayî dihêle, e wele azadî jî ev e, evîn jî..!

“Bi tenê me, bêkes, bi serê xwe dijîm. Tew birayê min keya ye, de bila biqeşite! Çavên min xweş nabînin, ên weke min her tiştê min parve dikin, min bi tenê nahêlin, qet aciz nabim. Dizanim bi hebûna min î li ser vê axê ew şa dibe! Tew ku doza wî wisa li jiyanê diherike, per û bask ji min re çê dibin. Hûn hebin!” Em wisa matmayî lê dinerin, ne lome, ne gazin, ne acizî, ne rexne… Wê bilindiya ruh me dixe ber şermê…!

“Wey hûn bi ser sera û çavan re hatin. Ez jî li benda we bûm, ling nîne ku bimeşim, li hevalê peyvê digerim. Bila Xwedê zanibe ku bê min çi kişand, emrê min di riya xebatê de çû, lê qet ne poşman im. Lê aciz dibim lo… Nêçirvanekî bêhempa bûm, rovî, kew, keroşk ji ber min di aha Xwedê de bûn, ha vî qeşmerê kêlaka min î ku rê şanî we daye, yek ji hevalê min î seydê bû, qeşmer ji cerdevaniyê êmeklî bû, lê dîsa jî hevaltî ye, quretiya wî serê wî bixwe, min çi digot; dayik nahêle bipeyivim, dibê te serê xelkê bir… Ê kuro li erdê mame, ma ne çiya tev di bin vî nigî debû, axxx… Lê ruhê wî besî min e, şewqa wî, ehda dil û bedena wî… û lêborîna xwe ji teba tev dixwazim. Çi bikim! Jiyan wisa bû… De werin lo, werin, min bi tenê nehêlin. Ma ez ê pesnê xwe ji kê re bidim!” Bi melûlî li me dinêre, belkî poşmaniya nêçîrê, lê hêza kar û xebatê bêhtir şewq dida çavên wî, îro li erdê maye, lê dil bi evîn…

Min go ya evîna pakrewanan, mirov dide jiyîn û bi peyvê nayê ser zîman.

Rêzdar Ahmet Çelîk jî bûye berdevkê pakrewanekî bêmirin…

Berdevkê Mihmed Siddîq ku wek navê xwe sadiqê azadiyê ye ku ruh û giyan radestî vê riyê kiriye…

Mirov dikare gelek tiştan bibêje, lê çend mînak, belkî meqsedê zêdetir bîne ser ziman, dîsa xwedîlêderketin û xwendina pirtûkên wisa, asas bicîanîna soz û peymana ji bonî wan e.

Pakrewan Mihmed Siddîq evîndarê azadiyê, evîndarê rohnayiya heqîqetê ye, bibêje ji bîçûkatiya xwe dide pey vê tîrêjê… Her çiqas berê bi komeke din re xwedî xebat be jî, lê paşê dikeve nav kerwanê tevgara azadiyê û ji hevalê xwe re dibêje, “ma ne va ev xebat berê me dide azadiyê, ma ne me ev dixwest, mîna ku nemir Wedat dibêje”, ew wek ruhê Wedat Aydin bû!

Ev vegotina jiyana Seydayê hêja û derdora Axpar(Çinar)a Amedê ye.

Xebata heqîqetê, nerazîbûna ji zilmê, nexasim nerazîbûna ji tehdeyî û tundiya li ser jinê… Ma ne jin jiyan e. Berxwedan jî jiyan e.

“Li gundê Şadiyê, herêma Qerejdaxê mele bû. Ceryana gund tune bû. Ji bo ku ceryana gund bê kişandin li nav nas û dostên xwe geriya û di demeke nêz de biryara ceryana gund hat stendin. Ew bi xwe jî ji bo dîregên ceryanê yên di nava gund bên çikilandin dixebitî. Bi hatina ceryanê re gund tije dolabên cemedê, televizyon û amûrên ceryanê yên wekî din bûn. Sofiyekî bi temenê xwe navserê li gundê wî hebû. Bi şev û roj li televizyonê dinêrî û bi jina xwe re şer dikir, carna jî li jina xwe dixist. Ji bo ku di televizyonê de li jinên xweşik dinêrî jina wî li ber çavên wî reş bûbû. Mele Mihemed Siddîq bi van finasên wî hesiyabû lê rûbirû jê re negotibû tu çire wiha dikî. Roja înê di xutbê de qala heqê jinê kir. Got:

Bêşik û bêguman Xwedayê mezin hûn ji jin û mêrekî xuluqandine. Zilamê zilmê li jinê bike mirovê herî bêrûmet e. Şerma mezin ew e ku mirov tiştên wilo bê rûmet bike. Li bal Yezdan tu ferq di navbeyna jin û mêr de tuneye. Çawa mafê zilam li ser jinê heye mafê jinê jî li ser zilêm heye. Gelo dayikên we, xwişkên we ne jin in?

Piştî xutba xwe qedand û nimêja xwe kirin ji mizgeftê derketin. Ew Sofî hat cem mele Mihemed Siddîq û got:

Seyda, min fêhm kir mijara xutba te li ser min bû. Xwedê ji te razî be ku te min bi çewtiya min hesand. Min fêhm kir ku ez tiştekî pir nebaş dikim û Xwedê hez bike ji îro pê ve ez nema pîsîtiyek wilo dikim.

Baş e, Xwedê aqil bide te û te islah bike. A baş ew e ku mirov ji şîretan dersê derxe.”

Ziman herikbar û fêhmker e. Lê bi ya min divê em têgihên mîna “jina wî- mêrê wê” bikar neynin. Lewra nivîskar bi rewşa xwe û zimanê xwe divê têgihên neyînî bikar neyne, her çiqas di nav gel de wisa be jî, ev têgih nimûneyên baviksalarî û zimanê mêrane ne, ev jî wek baldariyekê divê mirov li ziman jî miqate be. “Hevser-hevjîn” têgihin î kevn î zimanê me yê şîrîn in, wekheviyê dinimînin…

Dîsa wek serpêhatî-roman hatiye nişandan, lê her çiqasî wek romanê hatiye ristin jî ev serpêhatî ye û hebikî wek pesin-nameya pakrewan hatiye ser ziman. Hebikî dinê jî nîgar, şayesandin, dîroka civakî û hunera peyvê zêdebûna ewê baştir bûna. Belkî ev pirtûka pêşîn a nivîskar e, ev destpêk e, dibe ku di pêş de hê bêhtir xwe pêş bixe. Lewra ziman ligel hin kêmasiyên rastnivîsî û hûnandinê, serkeftî ye.

Bi mînakeke dinê jî em nivîsa xwe biqedînin. Di bêhaliya, bêtaqetiya êşkencê de lawê wî Rizgar wek ku hatibe cem, pê re diaxive;

“- Berxê bavê xwe. Têkoşîna azadiyê pir zor û zehmet e. Gava mirov rastî zordariyê bû divê mirov di ber xwe bide. Ew mirovên di ber xwe nedin û teslîm bibin ji hovan re mirovên herî bêrûmet in. Mirovên di ber xwe didin her dem dîrok wan dinivîse. Navê qehremanan tu carî nayê jibîrakirin. Ka ji min re bêje di dîrokê de navê tu celadan tê nivîsandin? Dem tenê mirovên qenc dide xuyakirin û wan vediqetîne.

Careke din bi wî qebih ji xeyalên xwe veqetiya.

Bêjee, ma qey tu lal î? Bipeyiveee!”

Bi rêzdariya pakrewanan em ê têkoşîna xwe ya hebûnê bidomînin…

A rast mirov pirtûkê bixwîne ku ruhê mirov bi hestan bikemile ku kurdan ji bonî azadiya xwe çi kişandine û hê jî dikişinin fêhm bike û parve bike… Jixwe kurd tev mînaka derd û kula ne, lê têgihîştin û perwerdehiya wijdan, berpisiyarî jî karekî civakî ye û bi xwendinê-parvekirinê dikemle.

Beden, ligel canlidariya xwe wek dara hişk e, bêmêwe ye, bi xwendin û axaftinê, bi parvekirinê dar şîn-jîn dibe û dilê mirov xweş dike, tije mêwe dibe û dikemile.

Bi hêviya pirtûk û xwendina zêde..!

Dilê Çarperçe

Ahmet Çelîk

Serpêhatî/Roman

Weşanên Sîdarê