3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

’Ez berê di dilê xwe de dimeyînim’

Rojnameger Rêşad Sorgul, diyar kir ku li ser Çîroka Gulxatûn û Zembîlfiroş gelek varyantên cur be cur hene û Feqiyê Teyran, wêjevanên kurd li gorî xwe vê çîrokê şîrove dikin.

Rojnameger, nivîskar û wergêr Rêşad Sorgul li ser qanala xwe ya yoûtûbeyê berhemek din a bi navê Gulxatûn û Zembîlfiroş     weşand. Heta niha ji 14 berhemên xwe 8 jê dijîtal weşandine û ji 16 wegerên xwe jî 2 jê dijîtal weşandine. Destana Gulxatûn û Zembîlfiroş di nava kurdan de gelekî tê nasîn. Her kes vê çîrokê dizane. Temaşevanên ku li berhemên Rêşad Sorgul dinihêrin û guhdarî dikin gelekî diecibînin û şîroveyên baş jî dikin. Ji bo vê berhema nû jî heman şîrove û ecibandin hatin kirin.

Têkildarî berhema Gulxatûn û Zembîlfiroş û berhemên din rojnameger Rêşad Sorgul ji rojnameya me re axivî.

Rojnameger Rêşad Sorgul, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dema ku cara yekemîn li ser yoûtûbê berhema xwe parve dike ev berhema wî gelekî tê ecibandin û wiha axivî: “Kêfa min ji klasîkên kurdî re gelekî tê. Min wextekî yek du helbest bi deng xwend, muzîkek jî avêt ber û li ser yoûtûbê weşand. Xwendin û awayê xwendina min gelekî hat ecibandin. A rastî min ewqasî jî texmîn nedikir û min nizanîbû wê ev çend were teqdîrkirin. Vê jî kir ku ez ne tenê helbestan, ez hinek pirtûkan jî bixwînim. Bêhtir jî min çîrok û çîvanokên kurdî, destan û romanên zimanê wan xweş û rewan xwendin. Wexta min dest bi xwendinê jî kiribû, min xwestibû hinekî sebra xwe bînim. Lê paşê min dît, li ser yoûtûbê kuliyatek çêbû. Min ev pir bi zanebûn jî nekiribû. Axir min dît, min bêhemdî karekî qenc kiriye. A din jî hûn li yoûtûbeya min binêrin hûn ê bibînin ku hin ji berhemên min xwendine bi sed hezaran hatine guhdarîkirin û heta yek ji wan ji milyonekê bihurî ye. Di warê kurdî de ev rêjeyeke hêja ye. Bala xwe bidinê, pirtûkeke kurdî bi qasî hezar an jî du hezaran tê çapkirin, lê pirtûkeke bi deng bi sed hezaran tê guhdarîkirin. Ez diçim kîjan civat û sohbetê, qala çîrokên min xwendî tê kirin û ev bi rastî jî min bextewar dike.”

 Divê weşanxane aşiqê karê xwe bin

Sorgul, destnîşan kir ku heta niha ji 14 berhemên xwe 8 jê dijîtal weşandine û ji 16 wegerên xwe jî 2 jê dijîtal weşandine û got: “Min sedemên çima dijîtal gotin, lê sedemeke din jî heye û divê wê jî bibêjim. Weşanxaneyên kurdî piranî fikarên wan madî ne. Lê bi ya min, divê weşanxaneyeke aşiqê karê xwe be. Hem wê aliyê madî jî bifikire, lê beriya her tiştî divê fikarên xwe ji bo berhemeke baş hebe. Divê weşanxane bixwaze berhemeke baş çap bike, lê em bi pey weşanxaneyê dikevin, dikin xaloxalo ji bo çap bike. Ew jî dikin minmin û pitepit. Ev mirov zivêr û aciz dike. Erê, berhemên çapkirî hebe baş e, lê bi qasî ez dibînim pir hewce jî pê namîne. Yanî mirov li binê deng PDF’ekê jî deyne êdî pêdivî bi çapkirinê hema bêje namîne. Sedemeke din jî dinya diguhere. Dinya dibe dijîtal. Jixwe kurd di warê xwendin û nivîsandinê de qels in û bi vî awayî ji bo wan hêsantir e. Li şûna ku ji kurdî birevin, bi vî awayî hêsan li kurdî vedigerin û jê hez dikin. De îca ez jî di warê teknîkê de ewqasî jêhatî nînim, belkî bi kesên jêhatî re mirov bikaribe hê gelek tiştên baş û qenc çêke.“

 Li ser Feqiyê Teyran fikiriye

Di berdawamiya axaftina xwe de Sorgul, bal kişand ser berhema xwe ya bi navê “Feqiyê Teyran û Pîrê Çiyê” û ev tişt anî ziman: “Hema bêje deh salan ez li ser berhema Feqî difikirîm. Min digot ez bi qasî ji wî hez dikim ez ê berhemeke hêjayî wî amade bikim. Îca ez berî ku tiştekî bikim, ez di mejiyê xwe de li ser wî tiştê kurk dikevim û di dilê xwe de dimeyînim. De îca heta firsendekê bibîne û ji hêlîna xwe firê bide xwe û bifire. Ji ber kar û barê zêde û serêş ê ragihandinê li benda roja xwe dimîne û di demeke kin de bi ser hev de tînim. Mînak, min Feqî di nava hefteyekê de qedand. Min Zembîlfiroş û Gulxatûn jî di nava sê rojan de temam kir. Îca weke min gotî, ez berî nivîsandinê gelekî di mejî û dilê xwe de dibim û tînim heta wê çêkim. Roger Lescot kesekî fransî bû û dostê Mîr Celadet bû. Kengî destana Memê Alan bihîst bi pey ket. Li dehan çîrok û stranên Memê Alan guhdarî kir, nivîsî, wan da ber hev û di dawiyê de ji hemûyan berhemeke hêja ji me re hişt. Mala wî ava be. Niha jî di nava kurdan de gelek berhemên welê hene, li bendê ne ku hinek wan bidêrin. Ha min weke Roger Lescot nekir, min şêweyekî din bi kar anî û bi awayekî din hunand.“

Armanc xwe gihandina guhdaran e

Sorgul, bi lêv kir ku armanca wî ya ew berhema Gulxatûn û Zembîlfiroş çap bike nîne û wiha got: “Xema min kurdî ye. Eger weşanxaneyek bixwaze çap bike ez jê re nabêjim na. Lê ez ê ji bo vê bi taybet hewl nedim. Ji ber ku ez ê taqeta xwe ji bo karên din xerc bikim. Jixwe bi rêya medyaya dijîtal ez digihîjim armanca xwe. Ez xwe digihînim deh hezaran û jixwe armanc xwegihandina guhdaran e. Ha min di berhemên weke ya Feqî û Zembîlfiroş de tekst jî daniye ser videoyê. Heta îmkana min hebûya min ê pdf jî pê re bar bikira.“

Bi varyantên cuda hatiye nivîsandin

Sorgul, diyar kir ku gelek kesan bi varyantên cuda çîroka Gulxatûn û Zembîlfiroş girtine dest û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bilî varyantên hûrik mûrik pênc şeş varyantên sereke hene. Çawa ku tê zanîn cara ewil şêrînê ber dilan Feqiyê Teyran nivîsandiye. Paşê Meleyê Batê jî dinivîse, lê nivîsandina wî ji ber girtineke qels a Feqî ye. Mûrad Beyazîdî jî hinekî din meseleyê berfireh dike. Hinek çîrokên nava gel û stran hene. Bi saya wan jî mirov hinek pirsên bersivên wan nîne, peyde dike. Feqiyê Teyran kirasekî dînî li çîrokê dike. Nabêje ka ev derwêş ji ku tê û çi kes e. Li ku hînî çêkirina selikan dibe. Di nava çîrokê de çima pêjna mîrê Farqînê nayê. Çawa Zembîlfiroş ji kelhê dikeve namire yan jî çawa direve. Xwedê çawa ruhê Zembîlfiroş û Gulxatûnê distîne. Axir çîrok bi kirasekî dînî hatiye nixumandin û wexta mirov li çîrokên nava gel û varyantên din dinêre hinekî rewş zelal dibe. Madem Zembîlfiroş kurê mîrê Amedê ye, divê nakokiyên wî yên ji bo dev ji desthilatê berde hebe. Divê em bikaribin bi çîrokên heyî bibînin ka ew çawa hînî selikçêkirinê bûye. Gelo bi rastî ew derwêş an jî mîr bû, gelo tobedar bû yan jî ji hevjîna xwe hez dikir, gelo Gulxatûnê ji wî hez dikir an jî bi pey nefsa xwe ketibû yan jî kibra wê ya desthilatê çavên wê kor kiribûn, ew bê fedî û ar kiribû. Heta radeyekê bersiva van pirsan hatin dîtin û bersiva hinek pirsan jî bi pêşbînî û civaknasiyê xuya bûn. Bêguman li cem her kesî awayekî gotinê heye û wê hebe, lê min xwest ji bo nifşên paşerojê destaneke kamil û beraqil bihêlim. “

Hewl daye etîkeke dirust deyne

Di dawiya axaftina xwe de Sorgul, ji bo berhema wî ya nû şîroveyên tên kirin hemû erênî ne û ev tişt got: “Min berhem li ser yoûtûbeya xwe ya nû weşandiye. Yoûtûbeya min a berê aboneyên wê zêdetir in, min li wir weşandibûya wê di rojekê de xwe bigihanda du hezar kesî û mirov ê baştir zanibûya ka kî çi dibêje. Di nava çîrokê de min hewl da ne exlaq lê etîkeke rast û dirust deynim. Min ev hemû jî xwest li gorî rêûresmên baweriyên kurdan ên xwe dispêrin fikra rast, kirina rast û gotina rast bikim. Min mîrê ku di çîrokê de qet xuya nake ji pişt perdeyê derxist û konetiya wî nîşan da û bi vî awayî min rûyê xeternak ê desthilatê aşkera kir. Şîroveyên li binê vîdeoyê ji niha ve nîşan didin ku gelekî hatiye ecibandin. Min bi rêya mesengeran jî ji hin kesên pispor re şand û şirove hemû erênî bûn. Ez hez dikim rexne hebin da ku karên bi vî rengî li siberojê baştir bin. Jixwe wexta ez diçim civatan û xelq dibêjin, “em li ber çîrokên te radizên, xwedê ji te razî be,” ya rastî ez gelekî bextewar dibim. Ez jî dibêjim, xwedê kirî hûn hene, vî zimanê şîrîn heye û ez dikarim ji we re bibêjim. Ma ne, ji bilî çîrokên me tiştekî me nîne. Xwezî tûrê parsê li milê min bûya û ez li geşta wan bigeriyama.“