28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ez Soro me

Me pênc hevalan soz da hev.

Em pênc mal bûn, ji her malekê yek…

Maleke din jî hebû, ew cuda, ne tê.

Piştî bûyera Girê Şêran pozê me şewitî bû, em deyindar û stûxwar.

Wisa nabe!

Me her pêncan li hev kir ku bi xêr em sibehê herin gund, jixwe heval her li wira bûn.

Sibehê yekî, yê qure em xapandin, nehat, malbatê bi xêra xalê devşorikê dewletê, ew firandin Ewropayê. Tew diya wî digot, “ma ne xebîneta kurê min. Weke yê çolê ye, ew û çol!” de riyên xayîniyê pir in.

Ez serê we nêşînim, êvarî jî hevalan berê min dan malê, gotin, “tu biçûk î, vegere!” her min  xwe xeyidand lê tiştekî ku ez bikim tune bû. Min pistê xwe xurand.

Sê heb ji me firiyan!

Lê dilê min pir diêşiya.

Ez Soro me, ma tebatiya min dihat.

Min karên xwe yên welatparêzî didomandin. Lê fesadî jî nedisekinî. Çiqas gelac û xêrnexwaz hebûn di nav me de. Em çar bira û çar xwîşk bûn. Ez biçûkê wan, ji ber ku weke diya xwe sor bûm, weke kulîlka nîsanê, navê min mabû Soro, kesî nedigot; Xidir.

Rêbena diya min, li ser min diperpitî, digot, “em te bizewicînin” yanî wê riya min bigire, Tisê, li gorî aqilê xwe. Min jê re digot, “Tisê!” pir jê hez dikim. Min dilê wê nedihişt, “temam, ez ê bi Terhê re bizewivim, ji min re bixwazin.” Bi rastî jî diket serê wê û li dorî malbata Terhê diçû û dihat. Rast e, min û Terhê ji hev hez dikir lê evîna welêt li pêş bû. Min dilê Tisê nedihişt.

Biçûkê malê bûm lê ji kekê min î mezin Ferat û jinbira min a hêja Rûkenê pê ve kesî zêde ji min hez nedikir, ji ber helwestên min ên şoreşgerî. Kekê min gêjo nedibû ku min bixwe ji çavnebarî, cigarekêşiya min dikir hincet. Tew pismam tev gelac û çavnebar; yekî qopik î teşkgenî digot “ji bo ku têr cixarê vexwe, ji bo qutikên tûtinê diçe çolê. Ew û şer.” yekî ku ew qasî jê re rêzdar bûm, di pey gorbihuştbûna min e, wê bigota “na lo rebeno çi dikare şer bike û cendirma bikuje.” Malxirab, wile ji tirsa min xew nediket çavên kûçikê çawîşê qereqolê, Elîşan. Dilê min bi bavê min dişewitî, her û her  li ser min ji neyar lêdan dixwar, paşê ew ê ji ber wan derban biçûna gorê. De va bindestî û dexsî, mirovan bêûjdan dike, çavên ûjdanê wan kor dibe. Bîra hezkirina welêt nabin. Jixwe rihê tirsonekan pir şêrîn e û ji lehengan hez nakin, canê xwe di ser her tiştî re dibînin, di ser welat û dozê re jî. Çi bêjim, weke kekê min digot, bindestî her tiştî berevajî dike. Her kes û şîrê xwe! Lê mere heqê cangoriyan nexwin; Welat, Dijwar, Rêber, Ebûbekir (Xwêdan) û emirdirêj Serbest, Bahoz (paşê navê min hilanî-Kendal) pir ji min hez dikirin û ew ê Bahoz û biraziyê min Kendal, birazya min Xêlya ala min  li erdê nehiştana..!

Rewş her diçû dijwar dibû, peşketinan jî em dilxweş dikirin. Wexta ku li Delav hevalan rê birî, weke ku Kurdistan ava bibe, çalakiyeke bêhempa; gelên herêmê weke suryanî û ereb jî bûbûn heyran, heyirî û dilgêş bûbûn. Lê mala xiyanetê xira bibe yan jî bêtevdîrî, qelsî û bîrnebirina me, kêmasiya herî mezin, encameke giran. Dîl ketibûm lêdan dijwar lê dilê min xurt û xwîngerm…

Çima ku neyar jî ez weke zarok didîtm, pir dihat ser min lê vîna min xurt bû. Digot şiqama li hevalên xwe xe lê min qet ev neanî cî, îca wan li min dida. Dîlketiyên zilam tev bûbûn heyrana min, derfet bidîtanan, ez maçî dikirim. Paşê jî dê her pesnên min bidana lê ez fediyok, ma ne eyb e, min hê çi kiriye!

Piştî binçaviyeke demdirêj, skenceyeke nedîtî, bi bêhalî azad bûm. Lê hedana min nayê.

Tew piştî doktor Cuma sekin bê edebî bû, li gorî dilê min.

Di lêgerînê de me. Piştî hin tevgeran min û Mahîr soz da hev ku em herin, êdî veger tune. Divê min xatir ji kekê xwe bixwesta, piştî ku ji mamostetiyê hatibû bidûrxistin, li Amedê dikanek vekiribû û karê rojnameyê dikir.

Çend rojan bûm mevanê wî û Rûkena dilşêrîn a dilê xwe beyan kir, gotin; ji dil be, xwe nexapîn ku bi xwe rast bî, riya te ronî be; bi dilovanî û xemgîniyeke nelidest ez oxir kirim, min got wê navê min dê “Rêzan” be. Gelek temî li min kirin û gotin, baldar be.

Di demeke kin de min û Mahîr xwe gihand wan û riya vegerê neda. Na, ez bi dilê xwe hatime û emir jî ne hincete. Vê derbê heval nerm bûn, em bi xwe re birin. Paşê min ê bibihîsta ku malbata Mahîr bi pey hevala ketiye, Mahîr ji malbatê re gotiye vegerin, ez bi dilê xwe hatime. Malbat vedigere lê tehde û minafiqî pir anîne serê bavê min. Em çend rojan li Haciya Kurdan man, me bi şev xwe dixist nav daldîzan.

Paşê em gihaştin Bagokê. Perê min hebûna ez ê bifiryama. Çol, çiya bi min bihuşt bû, lewra di xebata azadiyê de bûm, leşkerê doza xwe. Weke ku diya min tim dubare dikir; “diriya Xwedê, ma tu çiqasî ji xwezayê hez dikî. Her û her zarokî.” Min jî henek dikir, “Tisê, ma ne ax diya me û ba jî bavê me ye, ba-ba; baba, bav. Guh nedê tirkan Baba ji me diziye. Çima jê hez nekim. Tew asîman û baran ap û xalên me” bi keviran dihatin min lê qêmîş nedikir, kevir li erdê dixistin.

Me di çaleke avê de ya ku av tê de tune bû, perwerde didît, bi mêrdewanê em dadiketinê. Ji ber emrê min î biçûk hevalan pir ji min hez dikir û her û her henek bi min dikirin. Demhatê Qoserî pir dihat ser min, mîna birayekî. Carinan dixeyîdim û di mêrdewanê re bi ser çalê diktetim. Fermandar Kendal henek dikir, “wer, wer. Ev der ne mala bavê te ye, tu ne li ber çoka diya xwe yî ku bixeyîdî. Li vira xeyd pere nake. Tu gerîla yî.”

Bi rastî jî serkeftî bûm lê wek zarokê şoreşê bûm, kesî nizanibû bi çavên gerîla li min binere. Ji ber hezkirina min a ji fermandar Kendal, min jî piştî demekê navê xwe danî Kendal ku dê paşê di malbatê de bibe weke kevneşopiyekê û bi navê Kendal şervan zêde bibin.

Şer geş bûbû, pêşketin jî pê re. ku diçûm gundan, welatparêzan pir ji min hezdikirin û digotin “şervanê biçûk”  Îca şekir, şekirên nav kaxetan û gofret ji min re hiltanîn, min jî ew nedişikandin, radihişt wan. Carinan henek dikirin, digotin, “heval tu têkevî ber destên  neyar, ji bona şekirekî tu navê me nedî!” bi wan dixeyîdîm.

Cara ewil “agirbest” hatibû ragihandin û bûbû pêşketineke navneteweyî  jî,  hêrs û coşa me gihaştibû lûtkeyê. Lê neyar her du rû bû. Operasyon nedisekinand û em jî baldar tevdigeriyan. Rojekê ber êvarkî ez û hevalekî bi peywirekê daketin gundekî Nisêbîna rengîn, ê quntar, Qesrikê. Berî ku em dakevin gund, li seleba çalekê em rûniştin, roj li ber ava. Hevalê min weke ku xemgîn bû, min got, “ma xeraca Misirê ji te tê xwestin. Ev çi hal e?” Got, “na heval lê tevgera neyar hebikî min diheyirîne.” Min got, “topa Şam û Helebê  li mala te keve. Ev e diltengiya te? Neyar bibe melkemot, em ê jî bibin rihistînê wan. Ma ne em ruhê wan distînin. Meraq neke û va agirbest heye.”  Beşişî.

Tarî ket erdê, me peywira xwe bi cî anî û em hatin maleke ku cê şêwra me, jivana me bû, me wê rahişta hewcedariyan û ber bi Bagokê ve hilkişiyana.

Tevgereke nedîtî, derasayî  ket nav malbatê. Gotin, “dijmin, her der dorpçê kiriye.” Em bi xwînsarî kişiyan ber bi çiyê ve.

Taveheyveke nerm a şîrîn a bihara delodîn hebû. Lê na va her der girtine. Me got bê teqînî, em xwe vedizin lê em bi ku ve diçin, em wan dibînin lê hê bala wan neketiye ser me. Lê dorpêç giran e. Tevayê quntarê çiyê girtine, ya baş bêyî ku me bibînin em vegerin gund, têkevin stargeha xwe, ka bê ew ê çawa be!

Em bi tevdîr vegeriyan, hê em nû gihabûn ber deriyê malikê, qemyona wan jî nêzîkî derî û li me teqiya, tu nabêjî em dîtine û ketine dû me, beriya ku em piş derî kevin, gulê reşandin ser me, hevalê Yezdan bi ser bena hewşa xanî ketibû.

Ez li wan vegeriyam û min jî gule reşandin. Lê destê min ê rastê giran bû, weke ku tiştekî germ pê dihat. Dîsa ji ber qemyonê derketim û min gule berda weke ku yê ser panzerê qulipî lê na ew pir zêde ne, îca hêta min a rastê êşiya û min nikaribû bimeşim, hema bi qûnkişkê ketim bin qemyonê.

Demek derbas bû, min xwest bi ser bêna hewşê kevim, destê min li deriyê hewşê ket, di tavheyvê de min dît ku dewsa tiliyê min ê xwînê li derî çêbû.

Hêta min jî bi min re nedihat.  Wext bû, heta vira, bes e. Xeyala Pîra Tisê û zarokên malê wisa şêrîn tev li hev bû, weke ku gêjiya min hat, na wext tune ye, ne dema hestiyariyê ye.

Destê min î çepê hêdîka narincok zeft kir, ji qalikê wê kişand. Dengê Yezdan di qula guhê min de bi zingînî olan da;

-Ne hevalê Kendal, na, na.

Qasî ku tê bîra min, ez bi bilindiya Bagokê ve me, serê min digiha erşa, rohnayiyê bi mizginî ez silav dikirim. Di govendê de bûm.

Ez Soro me, bûme Kendalê quntarê çiyê, quntara Bagokê her û her we dişopînim.

Bi azadiyê şa bin!

27’ê Adarê 1993’yan

***

Melayê gund bi çavên şil wisa agahî dida malbatê;

“Bi gurmîna bombeya wî re şer rawestiya. Digotin çawîşê ser panzêrê û leşkerekî jî can daye. Lêşkerê dewletê li ser me kom bûn. Qet tu doz li me  nekirin. Yûzbaşî bangî min kir, got;

-Wî zarokî xwe nesipart me, rihê xwe da. Ew ên doza xwe bibin serî. Mademkî vîna zarokekî wisa ye. Teqez ew ê bi serkevin. Wî serbest veşêrin. Kefen an tiştekî lazim î hebe, ez bibim alîkar.

Me got, “Na, heyra. me rihet bihêlin û bes. Em ê wî veşêrin.”

“Qet yek nekirin dudo. Çûn, xwe dan hev û çûn. ruh û kenê Kendalê Sor wisa li ser gund daleqandî ma.

Loma, bila gora wî li vira be. Xaka welêt yek e. Her der welat e.”

Gora Kendal li wira, li cem du rêhavelên xwe ye.

Şekir û Azadî

Ji gofretan hez dikir

Bi pirîn jî ji şekirên nav kaxetan      

ji Şekirên Eydê

lê azadî şêrîntir bû

çend gofret

û kîsek şekirê nav kaxetan

li ber kêlika wî

bayê azadiyê silav dikir

şehkirina bayê çiyê

çiyayê azad

a porê wî yî sorsorkulîrik

û mizdana kêlikên wî

azadî û pevşabûn