3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘DAIŞ û dewleta tirk bi koordîne tevdigerin’

Fermandarê Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê Fîras Çekjîn diyar kir ku di navbera DAÎŞ’ê û dewleta tirk de koordîneyeke aşkera heye û ev hêzên tarî û kujer ji bo têkbirina îstîqrara herêmê mil bi mil bi hev re dixebitin

Operasyonên HSD’ê yên li dijî bermayiyên ku dixwazin ji nû ve DAIŞ’ê ji nû ve vejînin, di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk dewam dikin. Di operasyona ku carekê 68 carekê jî 32 DAIŞ’î hatin binçavkirin de gelek çek û muhimat hatin bidestxistin. Ji fermandarên Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê Fîras Çekjîn têkildarî meşandina pêngavê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.

 Armance me şaneyên (hucre) DIAŞ’ê ne

Li ser birêvebirina pêngavê, Fermandarên HSD’ê yê herêma Firatê Fîras Çekjîn wiha got: “Operasyona ewlehiyê piştî ku demeke dirêj çalakiya çeteyan hate şopandin bi hevkariya HSD’ê pêk hat.”

Çekjîn wiha domand: “Armanckirina noxteyên HSD’ê û Navenda Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Reqayê ya beriya mehekê, hevwextî êrişên bênavber ên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat. Ji ber ku di navbera DAIŞ’ê û dewleta tirk a dagirker de koordîneyeke aşkera heye.”

Çekjîn wiha pê de çû: “Bê guman DAIŞ’ê hewl da ji nû ve xwe bi rêxistin bike û bi taktîkên nû êrişî herêmê bike. Me ev xeteriya ku gefan li gelê me dixwe, dît û me li gorî wê operasyona ewlehiyê ya serdegirtina şaneyên DAIŞ’ê li herêmê diyar bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn da destpêkirin.”

Çekjîn diyar kir ku pêngav li gorî plansaziya ku hatiye danîn tê birêvebirin û wiha dewam kir, “Hêzên me gelek çete girtin, mîqdareke zêde ji çek, cebilxane û alavên leşkerî yên ku DAIŞ’ê amadekariya bikaranîna wê li dijî hêzên me û welatiyan dikir, desteser kirin. Me jî plansaziyên ku DAIŞ’ê û piştgirên wan dikirin, hedef girtin.”

 Koordînasyona hêzên me baş e

Çekjîn ev gotin anîn ziman: “Di navbera hêzên ewlehî û şêniyên herêmê de hevkariya baş heye. Em helwestên wan ên mezin di vê pêngavê de pîroz dikin. Divê welatî her tiştekî gumanbar dîtin agahiyê bidin.”

Fermandar Fîras Çekjîn wiha dawî li gotina xwe anî: “Di salvegera rizgarkirina Kobanê de peyamên aşkera yên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê hene. Ew hewl didin ku derbeyê li îstîqrara herêmê bidin. Lê bi ruhê berxwedana Kobanê ku DAIŞ’ê di aliyê erdnîgarî de li Sûriyeyê bi dawî kir,  em ê vê fikirê, jêder û piştgiriyên wan têk bibin.”