21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fikrê azadiyê carekê baskên xwe vekir –I

Bêguman her însan herî kêm carekê di jiyana xwe de armanca her tiştî lêpirsîn dike. Bersiva vê pirsê gelek caran bi rêbazên cuda hewl tê dayîn ku were dîtin

Bêguman her însan herî kêm carekê di jiyana xwe de armanca her tiştî lêpirsîn dike. Bersiva vê pirsê gelek caran bi rêbazên cuda hewl tê dayîn ku were dîtin. Ev zêdeyî 5 hezar sal in hêzên desthilatê yên zilam vê yekê pir bi pisporî bi rêya olê û baweriyên cuda dimeşînin. Armanca têkoşîna jiyanê xwegîhandina ‘ji bo jiyana piştî mirinê di bihuştê de’. Divê ev mijar were lêpirsînkirin. An jî ger cihê em lê dijîn cihek xweş û aram be çima em li jiyana li bihuştê bigerin?

Xwedê an jî Xweda = Xwe da! Ew xwedeyê ku pêşî li pirsan digire, gelo em li gel xwe bigerin wê çawa bibe? Li şûna ku em çavên xwe bigirin û bi korî her tiştên ji me re weke guneh tê raberkirin qebûl bikin, divê em hîn zêdetir bipirsin û ronahiyê bibin ser hin tiştan. Bi vî awayî em dikarin xwe nêzî heqîqetê bikin. Ew bêmaneya ku li şûna em her tiştî li gel tiştek an jî kesek bigerin em li gel xwe dest pê bikin. Bêguman hin tiştên bi rêya olê tên pejirandin, li gorî exlaqa civakê ne. Lê hin tişt ji ber ku bi destê mirovan an jî bi aqlê zilam hatine formûlêkirin li dijî ehlaqê civakê ne.

Fîlosof Cîcero gotibû, insan gerdûna biçûk e. Ger em gerdûnek bixwe bin divê em hêza bêdawî ya di hebûna xwe de bibînin. Bi hezaran salan e hebûna mirovahiyê bi navendek ve hat girêdan, ev navend jî serweriya li ser însanan ava dike. Merhele bi merhele guhertinên cuda di vê cihanê de çêbûne, di her gavê de windahiyek bi civakê re hat jiyîn. Lê parçekirina merheleyan wê me bibe cihek şaş. Ji ber ku em dikarin bêjin hemû pêvajoyên piştî civaka azad, pêvajoyên koledariyê bûn. Çêbûna koletiyê, zayîna civaka kole, feodalîzm, kapîtalîzm ango pergala bêexlaqiyê ku xwe bi ez-eztiyê li ser lingan digire. Ev yek jî nîşaneya cahîltiya herî mezin a hemû serdeman e.

Windahiyên serdeman bi tu awayî ji bo tu kesî nebûn serkeftinek. Her çiqasî zilamên ku qaşo îro vê dinyayê bi rê ve dibin, difikirin ku bikaribin hemû mirovahiyê li dora tiliyên xwe bizivrînin jî gelek nîşane hene ku diyar dikin bê ka çiqasî dûrî vê yekê ne. Wê niha hin kes qala mînakên jin ên di ser desthilatdariyê de bikin, dema ez qala zilaman dikim bi tenê qala fizîka wan nakim. Ango kesên di pozîsyona desthilatdariyê de, tenê ji ber fîzîka wan weke jin bi nav nakim.

Di serî de xwezaya me di roja îro de serî li dijî wan hêzên desthilat hil dide, piştî vê jî mirov ango civak. Lê çawa gihîşt vê astê ku hin kes vê serweriyê bidest xistin? Ger em qala civakek xwezayî ya azad ya beriya bi hezaran salan dikin, çawa ew serdem qediya û me anî heta roja îro.

Bifikrin mirov hene, di nav hizûrê de bi hevdu re dijîn. Her tişt xweş e û bi kurtasî em bêjin azadî heye. Piştî vê çi qewimî ku em gihîştin jiyana ku bi teoriya Darwîn a masiyê mezin, masiyê biçûk dixwe tê birêvebirin?

Ji bo wê jî ez bawer dikim, divê em her tişta ku bi salan e parî bi parî xistine mejiyê me, lêpirsîn bikin. Ji mîtolojiyê bigire heta çîrokên olê û çîrok û çîvanokên zaroktiyê ku heta roja îro tên vegotin. Di piranî çîrokan de teyisandina desthilatê weke çareseriya bêdawî û tekane tê kûrkirin. Jin weke pîrebok an jî xirabiyên din têne nîşan dan. Zilam jî qehremanên ku jinên îtaatkar ji destê zilamên cinawir rizgar dikin. Weke zivronekek bêdawî ye. Her tim jin ya qels û bêfikir tê nîşandan û zilam jî yê bi hêz û biaqil. Bi rastî jî ev bi tena serê xwe jî ji bo min bû sedema lêpirsînê. Di jiyana me de çiqas bi mantiq e ku em bêjin kromozomek ku di bedena jin û mêr de cuda ye bikaribe pîvanên hêz û qelsiyê diyar bike? Bêguman ev îhtîmalek pir qels e. Ev yek ne meseleyek biyolojîk e, lê meseleyek exlaqî, wijdanî, derûnî û kesayetî ye.

Em vê teoriya xwe bi vî awayî dewam bikin;  ‘Jin rêvebirên xwezayî yên jiyana xwezayî ne û gerdûna mezin û ya biçûk di nav ahengek de ne. Lê noqteyek divê hebe ku nerazîbûn li beramberî vê jiyanê derdikeve. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê noqteyê bi zilamê qurnaz yê bi hêz destnîşan dike. Ger em li gorî derûniya mirovan bi pêş ve biçin, ev qurnaztiya di mejiyê zilaman de bi hasûdî û taktîkên di neçîrê de pêş dixistin, her ku çû zêdetir û bi hêztir bû. Li cihek êdî tehemûla otorîteya xwezayî ya jinê divê qediya be û li wir fikrê ku zilam çawa bibe hêza esasî, hat pêşxistin.

Bêguman dema em qala vê guhertinê dikin em qala hemû zilaman nakin lê em qala zêhniyeta zilaman ku bi hezaran salan e gav bi gav bi berdewamî hat kûrkirin, dikin. Heta roja îro em dikarin bêjin tevahî mirovahiyê para xwe jê girtiye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû ‘Hûn çiqasî bikaribin ji serdema ku hûn tê de dijîn û ji dema wê qut bibin, hûnê ewqasî bikaribin derkevin hemû serdem û zemanan’.

Wê ev yek bibe formula ku mirov hinekî din nêrîna hespê derbas bike û asoyên xwe fireh bike. Pergala em îro tê de dijîn ango pergala kapîtalîzm, bi rasyonalîzma ku di nava civakê de belav dike dixwaze îhtîmalên wan fikiran ji me dûr bixe. Ji bo ku fikrên bi vî awayî li gel me pêş nekevin gelek rêbaz tên bikaranîn. Mesela bandora olê ya nêrîna reş û spî, zêde fîzîkî û rasyonal girtina dest ya her tiştî. Dîsa parçekirina civak û takakesan ji hev. Ev hemû rêbazên bêhêz xistina mirovahiyê û serdest hiştina desthilatê ne. Lê divê em ji bîr nekin, gerdûn bixwe dixwaze xwe fêm bike. Em bixwe jî gerdûna biçûkin û ji bo wê jî, wê her tim lêgerîna ji bo fêmkirina xwe bidome. Ji bo fêmkirina xwe, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû ‘Paşeroja mirovahiyê hîn zêdetir nêzî rastiyê ye’ . Ev yek me dîsa dibe ber fikra ku destpêk çawa bû û çawa gihişt vê rewşê.

Em dîsa ji wir dewam bikin, taktîk û stratejiyên cuda hatin pêşxistin û jin bi dek û dolaban ji hêza xwe hatin xistin. Bêguman têkoşîna jinan heta roja îro jî dewam dike û jin vê xistinê hema wisa qebûl nekirin. Lê bifikirin; Kesek çil caran ji we re bêje ‘tu dînî’, mirov bêguman careke ji xwe dipirse ‘Gelo ez dînim?’ Niha vê yekê bi berfirehî bifikrin, bi hezaran salan ji we re muameleya bêhêz û bênirx bê kirin û fikrên we werin tepisandin. Îtaatkarî li we bê ferzkirin. Li beramberî vê yekê anîna têkoşîna jinan heta roja îro, hêza jinan pir zelal radixe ber çavan. Ji ber vê taybetmendiya xwe jî, wê jin ticarî dest ji lêgerîna xwe ya azadiyê bernedin û wan kiryarên pergala baviksalariyê nepejirînin… (Dê bidome)