3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fikrên Ocalan li cîhanê belav dibe

Di cotmeha 2023’yan de li çar aliyên cîhanê, çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatin destpêkirin. Di nava wan de fîlozof jî hene ji hemû beşên civakê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan nerînên xwe tînin ziman û dibêjin paradîgmaya Abdullah Ocalan tekane rêya çareseriyê ye.

Di cîhanê de fikir û raman her bêmirin dimîne û berdewam e. Kesên ku fikirîne û ramanên xwe derxistine pêş herdem cîhan guherandiye û şopa xwe lê hiştiye. Yek ji van kesan jî bêguman Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan e. Bi raman, pêşniyar, paradîgma û bi îdeolojiya xwe di nava gelê kurd, Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê dengê xwe vedaye û şopa xwe hiştiye û hîn jî ewê xurtir bihêle.

Di nivîsa xwe ya îro de dixwazim balê bikşînim ser şopa fikir û ramanên birêz Ocalan li cîhanê. Gelo cîhan di derheqê fikir û ramanên wî de çi difikirin? Di cotmeha sala 2023’yan de hamleyek cîhanî hate destpêkirin û li çar aliyên cîhanê, li her parzemînan çalakiyên ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan hate destpêkirin.

Di nava hezaran kesan de akademîsyen, rojnamevan, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, parlamenter, wezîr, aktîvîstên mafên mirovan, fîlozofên navdar, kesên ku xelata Nobelê girtine, rêxistinên jinan û ciwanan, derhêner û nivîskarên navdar hene.

Tecrîd li ser azadiyê ye

Di nava kesayetiyên navdar de bêguman di serî de Fîlozofê slovenî Slavoj Zîzek tê hişê mirov. Zîzzek hem ramanên birêz Ocalan, hem jî şoreşa kurd ji nêz ve nas dike û dibêje: “Kesê ku bixwaze li tirkî aştiyê, wekhevî û azadiyê pêk bînin, dibê dîalogê bi kurdan re pêk bîne. Ji vê pê ve alternatîfeke dîn nîne. Ev jî teqez bi şikandina tecrîdê û azadiya Ocalan pêkan e.” Zîzek dibêje ku Ocalan li ser esasê analîzekirina dîrokê û paşerojê dikare bûyerên pêşerojê gelek zelal û baş bibîne. Ev jî bêguman qabilyetek gelek xurt e.

Kesekî navdar ê din jî Prof. Peter Ott ku him profesorê derhêneriyê ye û him jî bi xwe derhêner û çêkerê fîlman e. Peter Ott dibêje; “Tecrîda li ser Ocalan wêneyê tecrîda li ser kurdan û xewna wan a azadiyê ye.” Her wiha bi taybet qeder û çarenûsa gelê katalan û kurdan dide ber hev û gelek paralelan jê derdixîne.

Divê Ocalan tavilê azad bibe

Zanist û zimanzanê navdar ku wek fîlozof tê naskirin Noam Chomsky jî, yek ji wan kesane ku herdem piştgirî daye Tevgera Azadiya Kurd û bi taybet jî piştgirî daye paradîgma birêz Ocalan. Chomsky dibêje “Dibê Ocalan tavilê bigihêje azadiya xwe. Ji ber ku fikir û ramanên wî li Rojava bûye îlham û çavkanî. Ev jî bêguman ji bo kesên serdest yên Rojhilata Navîn wek kelemekê ye.”

Di rêzê de nivîskar û zanistê navdar Prof. Dr. Immanuel Wallerstein heye, ku pêşgotina pirtûka Abdullah Ocalan ya “Nexşeya Çareseriyê/Dîalogê” nivîsandiye. Wallerstein jî bi taybet behsa kurbûna pirsgirêka kurd dike. Pirsgrêkek ewqas kûr nikare wisa bi hêsanî were çareserkirin. Ji bo çareseriyê jî balê dikşîne nexşeya çareserkirina pirsgrêka kurd ya birêz Ocalan. Di pêşgotina xwe de bi taybet behsa sedemên pirsgrêka kurd dike û dîsa li vir jî ramanên birêz Ocalan wek çareserî dide pêş.

Ocalan dixwest bi aştî çareser bike

Zanistê mafên mirovan Prof. Dr. Norman Paech jî di gelek axaftin û piştgiriyên xwe balê dikşîne ser pirsgrêka Kurd û rola girîng a Abdullah Ocalan. Paech dibêje; “Min Ocalan di 1996’an de nas kir û bi Ocalan re li ser pirsgrêka kurd nîqaş û sohbet kiriye. Ocalan hîn wê demê demokrasiya ewropî ji bo çareserkirina pirsgrêka kurd û Tirkiyeyê esas digirt. Elbet ne hêsan bû vê fikir û ramanê têxe mejiyê gelê kurd û gelê Rojhilata Navîn. Hîn wê demê Ocalan dixwest pirsgrêka kurd bi rêyên aştiyane çareser bike.”

Kare hemû pirsgirêkan çareser bike

Ji rêxistina bi navê “Gemeinsam Kämpfen“ (Tekoşîna Hevbeş) ku li Elmanya xebatan dike, aktîvîst û çalakgera bi nave Rua Fitko dibêje; “Ocalan ji bo hemû pirsgrêkên cîhanê pêşniyaran derdixîne pêş. Her çiqas ev paradîgma tenê li ser bingeha pirsgrêkên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê hatibe avakirin jî, dikare ji bo hemû pirsgirêkên ku cîhan û civak di nav de ne weke çareserî were bi kar anîn. Ev fikir û raman dikare ji bo Almanyayê jî were bi kar anîn û dikare gelek pirsgrêkên civakî û sosyolojîk çareser bike.”

Derhênera fransî ya bi navê Mylene Sauloy ku dixwaze li ser jinên Rojava fîlmekî bikşîne dibêje; “Abdullah Ocalan him di aliyê teorîk de him jî di aliyê pratîk de rêberekî diyarker e ku dikare gelek pirsgrêkan çareser bike.”

Ji rêxistina Baskê bi navê “Askapena” siyasetmedar û aktîvîsta bi nave Marixe Ruiz de Austri ji bo paradîgmaya Abdullah Ocalan dibêje; “Ew ji bo me wêneyê hêviyê ye û balê dikşîne ser azadiya wî. Paradîgma Ocalan li gorî fikra min dikare ji bo Baskan jî were bi kar anîn. Dikare gelekî ji bo şoreşa me ya Baskê bibe alîkar û pêşve bibe.”

‘Ez ji bo Ocalan azadiyê dixwazim’

Serokê berê yê saziya girêdayî Konseya Ewropayê CPT’ê Mauro Palma ji bo Ocalan van gotinan tîne ziman: “Rewş û tecrîda li ser Ocalan dij-mirovî ye. Ez ji bo Ocalan azadiyê dixwazim, ji ber ku ew rastiyek pirsgrêkek dîrokî ye. Azadiya Ocalan ew ê ji bo pirsgrêka kurd rolek gelek mezin bilîze.”

Hunermendê alman bi navê Konstantin Wecker jî piştgiriya xwe dide fikir û ramanên Ocalan û dibêje; “Ji bo aştiyek bi rûmet pêk were, ji bo Kurdistanê çareseriyek adil û aştiyane pêk were, divê rojek beriya roja din Ocalan azad bibe û qedexeya li ser PKK’ê jî rabe. Ji ber ku mifteya çareserkirina pirsgrêka kurd, Ocalan bi xwe ye û fikrên wî bi xwe ne.”

Senatorê Partiya Keskan yê Avusturalya yê David Shoebridge jî tevlî pêngava azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bû û dibêje; “Dema PKK’ê ji lîsteya terorê derkeve û Ocalan azad bibe, wê demê ewê rê li ber çareserkirina pirsa kurd vebe. Ev her sê rastî girêdayî hev in. Ji bo çareseriyê jî gelek ramanên Ocalan yên zanistî û sosyolojîk hene ku dikare ji bo hemû mirovahiyê esas were girtin.”

Helbestvan û nivîskara yewnan Despo Pilavaki dema bahsa birêz Ocalan dike wisa dibêje “Xwezî Rêberekî me jî wek wî hebûya. Niha em li Rojhilata Navîn dibînin ku şerê cîhanê yê 3’yemîn pêk tê. Ev her wiha şerekî îdelolojîke jî – lê yê li pêşiyê Ocalan bi xwe ye. Ji ber ku îdeolojiya wî li Rojava ji bo hemû cîhanê wek mînak tê xuyakirin.”

Dikare ji Kibrisê re jî bibe çare

Siyasetmedarê kibrisî Neokli Silikiotis jî bahsa felsefeya Ocalan dike û dibêje ku ev ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, her wiha ji bo çareserkirina pirsgrêkên Kibrisê jî dikare esas were girtin û piştgiriya xwe ji bo azadiya Abdullah Ocalan û doza gelê kurd diyar dike.

Em dikarin vê lîsteyê hîna bi sedan navên navdar bidomîne û dirêj bikin. Lê mabesta me ew bû ku em bidin xuyakirin ku cîhan hemû fikir û ramanên birêz Ocalan ji xwe  re esas digirin. Li ser wan difikirin, li ser wan nîqaş dikin, li ser pêkanîna wan rê û rêbazan digerin. Ev di heman demê de jî asta ku pirsgrêka kurd gihîştiyê jî xuya dike.

Li aliyê din di bin kampanya “Rojên Xwendinê” ji pirtûkên Abdullah Ocalan li Amerîkaya Latîn li welatên wek Meksîkayê bi taybet jî beşên derheqê “Jiyana hevpar bi xwezayê” re û derheqê “Paradîgma Modernîta Demokratîk” ji aliyê çalakgerên Abya Yala ve hatin xwendin.

Bi kampanya “Rojên Xwendinê” bi taybet li Îtalyayê li gelek welatên Ewropayê pirtûkên birêz Abdullah Ocalan tên xwendin û li ser wan nîqaşên berfireh yên zanistî tên meşandin.

Li cîhanê em dibînin ku eleqeya ji pirtûkên Abdullah Ocalan re roj bi roj zêdetir dibe. Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan bi fikir û ramanên xwe dikare hemû pirsgrêkên cîhana me û xetimandinê di nava civakê de çareser bike.