3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fîlmê Kobanê li Silêmaniyeyê tê nîşandan

Fîlmê Kobanê ya li ser berxwedana DAÎŞê ya 134 rojan dewam kiribû, piştî Ewropayê li bajarê Silêmaniyê di 5ê çile de tê nîşandan.

Fîlmê Kobanê wê li bajarê Silêmanî yê başûrê Kurdistanê bê nîşandan. Fîlm,  berxwedana Kobanê ya dîrokî ya li hember DAÎŞ’ê 134 rojan dewam kiribû, vedibêje. Fîlm li gelek bajarên Ewropayê hatibû nîşandan. Piştî bajarên Ewropayê fîlm wê li Silêmaniyê di sînemaya Salîm de, di 5’ê çile de bê nîşandan.

Fîlm ji aliyê Komuna Fîlman a Rojava hatiye kişandin,  senaryoya wî Medya Doz û Ozlem Yaşar bi hev re nivîsandine. Bi sedan şahid û şervanan re hevdîtin hatine kirin û senaryoyê jiyana lehengên rasteqîn esas girtiye. Kêşana wî li cihê berxwedanê, li Kobanê taxa Tebqa û qadên berxwedanê pêk hatiye.

Fîlmê, berxwedana gel a di navbera 2014-20152’an de li dijî DAÎŞ’ê kiriye mijara senaryoyê.   Fîlmê Kobanê  di Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido 7 rojan ser hev hatibû nîşandan.