2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fuad Hisên diçe Îranê

Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand, wê sibe Wezîrê Karên Derve Fuad Hisên serdana Îranê bike balkêşe ku ev serdan hemwextê gefên rejîma Îranê yên êrîşkirina li ser partiyên Rojhilat ên li nav xaka Başûrê Kurdistanê ye

Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, dê sibe Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên serdana Îranê bike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê Fuad Hisên li Tehranê li gel hem pîşeyê xwe yê Îranî û rayedarên din ên Îranê bicive.

Ev serdana Fuad Hisên hemwextê gefên rejîma Îranê yên ji bo bêçek kirin û êrişkirina li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê tê. Tê gotin wê di civînên her du aliyan de yek ji mijarên sereke rewşa partiyên Rojhilatê Kurdistanê be.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Îran û Iraqê di Adara îsal de lihevkirinek dualî îmze kirin û Îranê ji Iraqê xwest ku hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dimînin bên bêçekirin û wan bixin kampan de yan jî wan bişînin welatê sêyem. Îranê weke xala lihevkirina bi Iraqê re roja 19’yê Îlona weke roja dawiyê ya lihevkirinê diyar kiribû. Ji bo bidawîbûna dema ji aliyê Îranê ve hatiye diyarkirin jî tenê 7 roj mane.