7 Temmuz, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gedo: Bi tecrîdê mafê gelan binpê dikin

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê Salih Gedo destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mafê gelê Kurd û gelên azadîxwaz binpê dike.

Dostên kurdan di 10’ê Cotmeha 2023’yan pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dabûn destpêkirin. Ev pêngav bi çalakiyên cuda didomin. Di 1’ê Adarê de pêngav derbasî qonaxa duyemîn bû. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dema ku pêngav destpê kirî û vir ve, çalakî bê navber dewam dikin.
Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê Salih Gedo têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qonaxa duyemîn a pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ji nuçegîhana ANF’ê Nûjiyan Adar re axivî.
Salih Gedo diyar kir ku zêdeyî 25 sal in tecrîd li ser Abdullah Ocalan heye û destnîşan kir ku bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re tecrîd derbasî qonaxeke nû bûye. Salih Gedo wiha got: “Bi tecrîdê re siyaseteke ne rewa li hemberî Rêberê Gelê Kurd tê meşandin û bi vî rengî tê xwestin ku têkîliya wî bi cîhanê re qut bikin. Destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re jî hevdîtinê bike. Ji hevdîtina bi telefonê re ku mafê her girtiyekê ye, astengiyê derdixin. Ev siyaseta ku tê meşandin, siyaseteke yekalî ye. Bi tecrîdê re ne tenê mafê Rêber Gelê Kurd, mafê gelê Kurd û gelên azadîxwaz jî tê binpêkirin.”
Salih Gedo bal kişand ser pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û wiha pêde çû: “Di demên dawî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd zêdeyî 3 milyon îmze hatin komkirin. Niha gelên cîhanê xwedî li Rêber Apo derdikevin û polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk şermezar dikin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd dikin. Divê sazî û rêxistinên mafên mirovan, hêzên navneteweyî û gelên azadîxwaz ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikevin nav liv û tevgerê û bêdeng nemînin.”
Salih Gedo destnîşan kir ku ji xeynî gelê Kurd, gelên Ereb, Suryanî, Ermenî û Asûrî jî tevlî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike, dibin û got: “Ji Dêrikê heta Qamişloyê, ji Reqayê heta Dêrazor, Hesekê, Minbic û Tebqayê gel daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Dewleta Tirk ji siyaseta Rêber Apo ku bi milyonan kes xwedî lê derdikevin û piştgiriya gelan a ji bo wî, ditirse. Hêzên ku di siyaseta li cîhanê de bi bandor in, divê dawî li bêdengiya xwe bînin û dengê gelan bibihîzin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan çalakiyên xurt tên lidarxistin. Gel û bi taybetî jî jin di qonaxa duyemîn a pêngavê de, bi roleke mezin rabûn. Divê ev çalakî li seranserî cîhanê bên dîtin.”
Înîsiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de ji 4’ê Adarê ve serdana 33 rêxistin û partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.