Endama YJA STAR’ê Bişeng Dûrmûş (Destîna Botan) di şer û bomberdûmana 25’ê Tîrmehê de li herêma Herekol a navçeya Berwarî ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da. Gel cenazeye wê li gundê Nêwavî yê Silopiyayê defin kir. Malbata Durmuş piştî DNA’yê keça xwe li morga Nexweşxaneya Sêrtê wergirtin û li gund defin kirin. Gelek welatî jî beşdarî merasîma defînê bûn.
Şîna Durmuş piştî agahî ji malbatê re hatibû li gund hatibû dayin.
Amed
Malbata Semta Ayverdî ya (Benda Amed) a li heman herêmê jiyana xwe ji dest da jî, cenazeyê keça xwe ji Morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sêrtê wergirtin. Malbatê cenaze anî navçeya Bismil a Amedê. Malbatê cenazeyê Ayverdiyê anî goristana li Taxa Seyrantepeyê. Rêveberên DEM Partî û DBP’ê yên navçeyê, endamên Nûnertiya Bismilê ya MEBYA-DER beşdarî measîma cenaze bûn.
Girseyê cenazeyê Ayverdiyê piştî wecîbeyên olî defin kirin.