26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel dê li dijî qeyûm bimeşin Colemergê

Rêveberên DEM Partî ji bo mitînga ku di 13’ê Hezîranê de li Qada Otogarê ya Colemêrgê pêk bînin, banga tevlêbûnê kirin. Gel dê ji gelek bajaran berê xwe bidin Colemêrgê û tev li mîtîngê bibin.

Xebatên mitînga “Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê” ya ku di 13’ê hezîranê de li Qada Otogarê li dijî tayînkirina qeyûm bê lidarxistin, dewam dikin. Xebatên mitînga ku Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partiyê û gelek kes dê beşdarî bibin bê navber berdewam dikin. Beşek rêveber û parlamenterên DEM Partiyê li navçeyên Colemêrgê “Meşa Demokrasiyê” dan destpêkirin û beşek jî li navenda Colemêrgê mal bi mal gel digerin û gel vedixwînin mitîngê.

Parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin a li bajêr ji bo mitîngê dixebite û Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn bi rêya Ajansa Mezopotamyayê (MA) gel vexwendin mitîngê.

Bêrîtan Guneş diyar kir ku gelê kurd û dostên xwe 10 roj in li kolan, qadan û meclisê li dijî pêkanînên qeyûman li ber xwe didin. Guneş wiha got: “Em dizanin ku 100 sal in înkar bi navên cuda tê meşandin. Qeyûm yek ji van pêkanînan a dawî ye. Bi polîtîkayên qeyûman hewl tê dayîn nasnameya Kurd bê tunekirin û pergala hevserokatiyê ji holê bê rakirin. Ji ber ku gelê me qeyûman baş nas dike, desteserkirina vîna xwe qebûl nake. Ji ber vê em li ber xwe didin û ev berxwedan wê bidome. Di warê hiqûq, edalet û yekitiyê de cihê van polîtîkayan nîne. Tenê armancek van polîtîkayan heye, ew jî dijminatiya kurdan e. Li herêmê hen di qada navneteweyî hem jî neteweyî polîtîkayên durû tên meşandin. Li Kurdistanê hiqûq nayê sepandin. Em ê heta dawiyê dengê xwe li dijî qeyûman bilind bikin.”

Guneş da zanîn ku Colemêrg 3 welatan digihîne hev û li ser xetek stratejîk e û got ji ber vê sedemê li vir tayînkirina qeyûm xwedî cihekî taybet e. Guneş ziman ku Erdogan xwe têkilî hilbijartinên Rojava û Başûr jî dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê naxwaze kurd mafê xwe yê hilbijartinê li 4 parçeyan jî pêk bîne. Colemêrg bi ziman û çanda xwe heye û dixwazin vê tine bikin. Herwiha tiştek din jî amadekariyên şerê li ser sînor e. Tê zanîn ku desthilatdariya AKP’ê li ser sînor çiqasî zêde bibe, di şerê li dijî kurdan jî ewqasî xurt bibe. Ji bo vê yekê jî Colemêrgê ji bo qeyûm tayînkirinê hat hilbijartin. Hikûmeta ku ji bo doza ev 10 sal in tu tiştek nekiriye, dema mijar dibe îradeya gelê kurd dozê vedike û qeyûm tayîn dike. Dewletê ev hesab kiriye.”

 Banga mîtîngê

Guneş bal kişand ser girîngiya mitînga ku dê 13’ê hezîranê li dar bixin û got: “Ev mitîng wê bibe dengê hemû Kurdistan û Tirkiyeyê. Ez bang li her kesî dikim ku li dijî polîtîkayên qeyûm û yên ku kurdan paşguh dikin dengê xwe bilind bikin.”

Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn jî bang li hemû kesî kir ku 13’ê hezîranê roja pêncşemê li Qada Otogarê tev li mitîngê bibin. Şahîn diyar kir ku ew ê têkoşîna li dijî qeyûman û desteserkirina şaredariyan bidomînin û wiha got: “Em bang li gelê xwe dikin ku vîna xwe biparêzin.”