21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel li aliyekî meşiya Amarayê û li aliyekî dar çandin

Gel bi boneya 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di pêşengiya saziyên xwe de li aliyekî meşiya Amarayê, li aliyê din li bajarên cuda dar çandin.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an anîn Tirkiyeyê û 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, kete 75 saliya xwe. Gel bi boneya salvegera rojbûna Abdullah Ocalan, ber bi gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê ve meş li dar xist. Bi sedan welatî bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER), Federasyona Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” meşiyam Xalfetiyê. Meş li Xelfetiyê bi hevdîtina bi gel re bi dawî bû.

Tevî hemû cureyên astengkirinan jî gelek kesên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin Taxa Elîgor ê navçeya Pirsûsê, piştî daxuyaniyê ji vir ber bi Amarayê ve ketin rê. Girseya ku gihiştî navçeya Xelfetiyê, derbasî avahiya DEM Partiyê ya navçeyê bû. Ji ber ku Amara ji hêla leşker û polîsan ve hatibû dorpêçkirin, kombûna li avahiya rêxistinê veguherandin hevdîtina bi gel re. Di çalakiyê de nivîsên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên têkildarî jiyana xwe û têkoşînê nivîsandî hatin xwendin. Piştre jî welatiyên tev li hevdîtinê bûn, nêrînên xwe yên tiştên divê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bên kirin vegotin. Hevdîtin bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Dar çandin

Gel li Sêrt, Stenbol û Şirnexê jî bi boneya 75’emîn salvegera rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 75 dar çandin û careke din daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin.

Sêrt

Li Sêrtê bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi pêşengtiya Federasyona Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Eywana Konferansan a Denîz Poyraz a li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar çalakî hat lidarxistin. Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Saritaş Erdogan, rêveberên Komeleya Botanê û gelek kes tev li bûn. Li eywanê pankartên “Hezar silav ji roja ku heqîqet û jiyana azad bi biharê gihiştine hev. Rojbûna te pîroz be” û “Bûyîna te bûyîna me ye” hatin daliqandin.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” û “Bi xwîn bi can em bi te re ne ey Serok” hatin berzkirin û çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî endamê DBP’ê Mehmet Can Nas axivî û bandora Abdullah Ocalan a li ser gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn vegot. Piştre jî sînevîzyona ku ji axaftinên Abdullah Ocalan pêk dihat hate pêşandan.

Bername, piştî axaftinan bi gerandina govendê bi dawî bû.

Stenbol

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê jî li avahiya xwe ya li Fatîhê hatin gel hev û rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin. Eywana pîrozbahiyê bi wêneyên Abdullah Ocalan, find û çîçekan hate xemilandin. Di pîrozbahiyê de paste hate birîn, stran hatin gotin. Piştre jî Dayika Aştiyê Rewşan Doner axaftineke kin kir. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Şirnex

Bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Abdullah Ocalan li gundê Mîr Hesen ê girêdayî navçeya Cizîr a Şirnexê li ber Çemê Dîcleyê darên fêkî û kajê hatin çandin.  Rêxistina DEM Partiyê ya Cizîrê, Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê jî tev li çandina daran bûn. Li gund 75 dar hatin çandin. Dayikên ku dar çandin daxwaza azadiya Ocalan û aştiyê kirin.