21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel li dijî bidarvekirinan li ber girtîgehan e

Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê tevî hemû zext û darvekirinan serhildana “Jin jiyan azadî” di roja 131’emîn de berdewam dike. Welatî li dijî darvekirinan li ber girtîgehê ne

Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê tevî hemû zext û darvekirinan serhildana “Jin jiyan azadî” di roja 131’emîn de berdewam dike. Rejîma Îranê ji destpêka serhildanê heta niha bi hemû hêza xwe hewl dide serhildana gel têk bibe. Serdegirtinên malên aktîvîst û xwepêşanderên li welat, girtin û cezayên darvekirinê didomin.

17 sal cezayê girtîgehê ji bo meleyekî

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku daraza Îranê li meleyê Mizgefta Xatim Enbiya ya li Ciwanroyê Seyfûlah Huseyîn bi îdiayên gef li ewlehiya netewî ya li Îranê xwariye, li dijî rejîmê propaganda kiriye û ewlehiya cemaweriyê xera kiriye 17 sal cezayê hefsê birî ye. Meleyê Sunnî Meulawî Abdulhemîd li ser medyaya dîjîtal peyamek parve kir û wiha got: “Zextên ewlehiyê, girtiyan welatî û meleyan ji bilî zêdebûna şermezarkirinê bi kêrî tiştekê nayê.”

Malbat li ber girtîgehê ne

Malbatên kesên cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn jî li ber Girtîgeha Fazil Hîsar a Kercekê kom bûn û xwestin cezayên darvekirinê bên betalkirin. Hêzên rejîmê êrişî malbatan kirin û ji girtîgehê dûr xistin. Dîsa li gelek taxên Tehranê gel derket şaneşînên malên xwe û bi dirûşmeyan xwestin rejîm were guhertin.

Banga berdana rojnamegeran

Federasyona Rojnamevanên Navnetewî duh daxuyaniyek da û xwest 33 rojnamevanên di dema xwepêşandanan de hatin girtin bên berdan. Federasyonê di daxuyaniya xwe de bang kir ku Îran zextên li ser rojnamevanan bi dawî bike.