22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Agiriyê: Di vê hilbijartinê de wê zilm bi dawî bibe

Gelê Agiriyê dan xuyakirin ku, bi vê hilbijartinê re wê zilma sedsalê ya li ser gelê Kurd bi dawî bibe û wê AKP'ê ji Agiriyê destvala bişînin

Gelê Agirî yê ku bajarê berxwedanê yê dîroka kurd e, xwe amade dike ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de desthilatdariya AKP-MHP’ê bike partiya tabelayê. Li Agiriya ku 510 hezar nifûsa wê heye, kelecana hilbijartinê dest pê kir. Gelê Agiriyê ku 4 wekîlên wê hene, piştrast in ku HDP wê her 4 wekîlan bistîne.

Welatiyê bi navê Tuncer Taşdemîr diyar kir ku zilm û zordariya li ser gelê kurd ne nû ye û got ev zilm sed sal e didome. Taşdemîr anî ziman ku kurd di bin zext û esaretê de ne û wiha domand, “AKP’ê zêdetirî 20 sal in desthilatdar e. Heta îro tu xizmet ji gelê kurd re nekiriye. Serokê Şaredariyê yê AKP’yî yê ku heta niha xizmeta Agiriyê nekir, îro ji bo wekîltiyê îstifa kir. Serokê şaredariyê tu xizmet ji gelê Agiriyê re nekiriye û tenê heqaret li me kiriye û navê me qirêj kiriye. Agirî ji ber wî perîşan bûye, binesaziya bajêr tune ye. Ji ber çopê mirov nikare ji ber kolanan derbas bibe, rê û kolan tev bûne çal û çop. Her tiştê ku dibêje derew û sextekarî ye. Li dinyayê kesekî wekî wî medyakar tune ye, heta roja îro tenê heqaret û gef li gelê Agirî kiriye. 4 sal e ku hewl daye bajêr bi dîktatorî bi rê ve bibe, cesaret ji AKP’ê digirt, bi xêr wê gelê Kurd wê di vê hilbijartinê de AKP’ê di sindoqan de têk bibe û AKP’ê ew ê êdî nekeve rojeva Tirkiye û Meclîsê jî.”

Em xwedî hêza rêveberiyê ne

Taşdemîr da xuyakirin ku ew ê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin, wê 4 parlementerên HDP’ê bişînin meclîsê û got “HDP’ê ne tenê li Agiriyê, li tevahiya Tirkiyeyê bi îzna Xwedê wê serkeftinên mezin bi dest bixe. Hêza me yê rêvebirinê heye. Em ê piştgiriyê bidin namzetê serokkomariyê yê ku HDP’ê diyar bike. Ji vê derê ji hemû gelê kurd re serketinê dixwazim. Ya ku ez dixwazim ew e ku hemû kurd bibin yek. Ger kurd bibin yek, bi yekdengî em ê di vê hilbijartinê de serkeftinên mezin bi dest bixin.”

Em ê AKP’ê ji Agiriyê destvala bişînin  

Welatiyê bi navê Enver Îlboga jî diyar kir ku HDP’ê dê di vê hilbijartinê de li Agirî serkeftinên mezin bi dest bixe û got, “Bajarê Agiriyê bajarekî mezin e. Ger gelê Agiriyê xwe nas bike, tiştekî ku bi dest nexe nîne. Serokê Şaredariyê yê AKP’yî gelê Agiriyê ruswa kir. Ji ber vê yekê divê HDP’ê li Agiriyê xebateke pir baş bike. AKP’ê û serokê şaredariyê, gelê Agiriyê muhtacê nanê hişk kirin. Rewşa gelê Agiriyê li holê ye. Em ê jî di hilbijartinê de dersek baş bidin wan û 4 parlementer bişînin meclise. Em ê îsal AKP’ê ji Agiriyê destvala bişînin, ji ber ku AKP’ê ji xeynî zilma li dijî gelê kurd tiştek nekiriye, ji ber vê jî divê em xebateke pir baş bikin. Gelê me divê êdî hayî ji xwe hebe. Her kes hewl dide li ser me hesabê bike. Ji ber vê yekê divê em bi zanebûn tevbigerin.”

Ji bo çewtiyê cih tune

Nurettîn Yilmaz jî anî ziman ku ew ê li Agiriyê her 4 wekîlên xwe hilbijêrin û got, “Em ê vê carê her 4 wekîlan bişînin meclisê. Divê HDP’ê xeletiyên di serdema berê de li Agiriyê kiribû, neke. Di vê hilbijartinê de cihê xeletiyan nîne. Ji ber vê yekê divê ji hilbijartinên berê ders werbigirin û li ser bixebitin.”