3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Mûşê tevî astengiya polîsan bi girseyî Newroz pîroz kir

Gelê Mûşê tevî astengiya polîsan bi dirûşma “Dem dema serketinê ye” li qada Stasyonê Newroz pîroz kir. Polîs û tîmên taybet ewil qad dorpêç kirin. Lê tevî hemû astengî û dorpêça polîsan, bi hezaran kes meşiyan ser polîsan û dorpêça polîsan derbas kirin. Girse piştî ket qadê bi coşeke mezin Newroz pîroz kir. Girse piştî ket qadê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin û agirê Newrozê pêxistin. Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtin û pêxistina agir dest pê kir. Piştre jî welatiyan agirê Newrozê vêxist govend gerandin. Di pîrozbahiya Newrozê de parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevşaredara Erdîşê ya berê Dîba Keskîn rêveberên DBP, TJA, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes amade bûn. Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Belma Nergîz di pîrozbahiyê de Newroza gel pîroz kir û xwest ku di zûtirin demê de dawî li binpêkirinên li girtîgehan were anîn.

Parlamenter Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku AKP’ê maseya aştiyê têk bir û wiha got: “AKP’ê ewil mase xera kir û piştre li ser Îmraliyê tecrîd pêş xist. Bi vê tecrîdê re hemû derdorên civakê xistin tecrîdê. Lê gelê Mûşê îro li vê qadê bersiva herî baş dan tecrîd, zilm û înkarê. Tevî ewqas astengkirinan, tevî berf û sermayê jî bi hezaran kes herikîn qadê bersiveke xurt dan.”

Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê û bi berzkirina dirûşman berdewam kir.