3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Rojava Roja Zimanê Dayîkê pîroz kir

Li seranserê rojavayê Kurdistanê bi hezaran xwendekar û saziyên ziman bi boneya Roja Zimanê Dayîkê yê navnetewî bi meş û çalakiyên cihêreng pîroz kirin

Bi hezaran mamoste û xwendekar li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Roja Zimanê Dayîkê bi çalakiyên cihereng pîroz kir.

Li kantona Cizîrê li navçeya Amûdê, Til Hemîs, Tirbespiyê, Dirbêsiyê û bajaRê Hesekê û bajarê Kobanê yê kantona Firatê çalakî hatin lidarxistin.

Li Amûdê

Bi sedan xwendekar, mamoste, endamên saziyên sivîl tev li meşa ku Rêveberiya Dibistanan bi vê boneyê li dar xistiye, bûn.

Meş ji Qada Şehîd Cîhad dest pê kir û li Qada Jin rawestiya. Li wir Rêveberiya Dibistanan daxuyaniyek da, ev roj pîroz kir û mamosteyên di oxira parastina zimanê xwe de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Hesekê

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Hesekê şahiyek bi dirûşma “Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê hebûna zimanê dayîkê hebûna me ye” li dibistana Felek He was a li taxa Miftî ya bajêr li dar xist. Di şahiyê de mamoste, xwendekar bi cil û bergên kurdî hazir bûn.

Di şahiyê de endamê Saziya Zimanê Kurdî Mihemed Zevo ev roj li Rêber Abdullah Ocalan û rewşenbîrên kurd pîroz kir û got: “Çîrûska Şoreşa Rojava, destpêka vejandina zimanê kurdî bû. Bi saya şehîdan û şervanan, em fêrî zimanê xwe bûn. Fêrbûna bi zimanê kurdî, destkeftiyeke şoreşê ye.”

Dûre Koma Stêrk a Mafên Zarokan daxuyaniyek da û bang kir ku pêwîste zimanê kurdî were naskirin.

Dirbêsiyê

Rêveberiya Dibistanan a navçeya Dirbêsiyê 2 şahî ji xwendekarên refa navîn û amadehî li dibistana şehîd Roza Cûdî û Perwer Zîlan li dar xist. Bi sedan xwendekar, mamoste û endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê tev li şahiyan bûn.

Di her du şahiyan de şanoyên têkildarî girîngiya zimanê kurd û mafên gelan di fêrbûna wê de hatin pêşandan.

Tirbespiyê

Rêveberiya Dibistanan û Saziya Zimanê Kurdî şahiyek li dar xist. Di şahiyê de xwendekar, mamoste, endamên saziyên sivîl û şênî hazir bûn.

Bi navê Rêveberiya Dibistanan Fener Mehmûd axivî û got: “Divê mamoste zimanê kurdî pêş bixin.”

Til Hemîs

Navenda Perwerdeyê ya navçeya Til Hemîsê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de gelek axaftin hatin kirin û teqezî bi parastina zimanê dayîkê hate kirin û pergola pirziman a li herêmê bi erênî hate nirxandin.

Kobanê

Desteya Perwerde û Fêrkirinê daxuyaniyek da û bang kir ku ji siyasetên pişaftinê baldarî hebe û balkişand ser xetereyên siyasetên tirkirinê yên ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî dimeşîne.

Desteyê ragihand ku ew amade ye li hember van siyasetan bisekine û fêrbûna bi zimanê dayîkê pêş bixe.