19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelek êrîşkar hatin û têk çûn

Di jiyanê de dema ku lingê mirovan bê hemd û bi awayê nedîtî li kevirekî dikeve, serê pêçiyan bi êşe yan jî dema tu li ser devê xwe bikevî erdê, dest û pê bi êşe, yekser ji devê mirovan gotinên wek “xwedê bela xwe bide”, “çavê te birije” yan jî gotineke ku dê û bavê dide ber xwe ji devê mirov dertê.

Gava dizek bikeve malê, tiştekî bidize û pê re negihîje bidize, lê herî kêm derî şikênandibe, şêniyê malê bêyî ku bifikirin çi ye yan jî kî ye, her wiha tiştek ji malê kêm bûye yan na yekser nifiran dikin! Nifirên malwêranî û bedbextî dikin.

Bêguman kevneşopiya nifiran di nava hemû gelên cîhanê de heye. Lê di çanda êzdayetiyê de tune ye. A rast di baweriyên zerdeştî, yarsanî, kakayî û rêya heq (elewiyan) de jî tune ye. Di ezdayetiyê de şûna nifiran, bêtir gazincên xwe li Xwedê dikin û hawara xwe li Melekê Tawûs dikin. Êzidiyan ew çend ferman, qirkirin, talan, destdirêjî û penaberî jiyane, lê dîsa jî nifiran li xwediyê kiryaran nakin.

Di dema êrîşa DAIŞ’ê ya 2014’an de bi fermana barzaniyan a paşdekişandina pêşmerge, civaka êzidî di devê hovên serdemê de man. Ji wan kesên ku ji qirkirinê rizgar bûbûn, xwe avêtibûn çol û newalan qet yekî/ê nifir li pêşmerge û barzaniyan nekir. Di pêvajoya derbasbûyî de jî kesekî/ê ji devê nûnerên civaka êzidî nifirek li dijî sedemkaran nebihîst, destê wan her ber bi ezman ve, berê wan li tîrêjên rojê bû. Bi vî awayî dua dikirin. Kîn û êşa xwe di lorîkan de vedigotin. Dua ji bo tevahiya mirovahiyê dikirin. Di nav mirovahiyê de jî bêguman kujerên wan û rêçêkerên kujerên wan jî hebûn.

21’ê nîsana 2022’yan di roja ku êzidiyan hîn cejna Çarşema Sor pîroz dikir, hikûmeta Iraqê êrîşî ser Şengalê kir. Roja cejnê êrîşî Şengalê kir! Êrîşkar bi xwe jî qaşo bawermend e û di pêvajoya rojiya meha Remezanê de ev êrîş pêk anî. Ên ev êrîş pêk anîn tu eleqeya wan bi îslamê re nemaye û ji bîr kirine ku rojîgirtin tê wateya terbiyekirina nefsa xwe. Lêhûrbûna li ser edeb û exlaqa xwe. Êrîşkarên Şengalê bêtore, bêaxlaq û bêwijdan bûn. Rojiya wan tenê ji bo pêşwazîkirina pêwîstiyên jêra zik bû. Ji devên wan ên bêedeb, tijî çêr bi ser şengalî û şervanên wan de dibariyan. Gefa komkujî, talan û wêranê dikirin. Lê li hemberê wan, Şengaliyan devê xwe xirab nekir. Ne çêrkirin, ne jî nifir. Lê vê carê berê xwe nedan deverên din û nereviyan. Dest avêtin kevir, dar, bêr, çek û li dijî êrîşkaran bi rûyekî zelal, aram û bi biryar rawestiyan.

Derew di hemû olan de tawan e. Cihê ku derewkar heq dikin dojeh e. Di sosyojojiyê de derew wek tiştekî bêexlaq tê pênasekirin. Artêşa Iraqê li ber çavê cîhanê êrîşî Şengalê kir û got; “YBŞ êrîşî me kiriye”. Çapemeniya mala Barzanî (çehşên bi qirawat) li dijî vê êrîşê gotinek negot. Lê ji bo artêşa Iraqê pênaseya “hêza aramiyê” bi hêsanî kir. Her wiha ji bo berxwedana Şengaliyan pênaseya `Ev şer li dijî aramiya herêma Kurdistanê ye` kir. Derew dibin, lê ew qas jî nabin! An jî xwexapandin dibe, lê ew qas jî kêmaqilî nabe. Gelo li herêma Kurdistanê aramî maye? Êdî ji çend rojan carekê muşek dikevin nava Hewlêrê. Arteşa tirk êdî hatiye ser serê Dihokê. Navçe û gundên Behdînan ên di bin kontrola barzaniyan, bi gîştî derbasî bin kontrola artêşa tirk bûne. Behsa aramiya çi tê kirin?

Di van rojên dawî de, weke ku êzidiyên Şengalê bi nav dikin, fermaneke ku berdewamiya fermana 74’an bi destê PDK, dewleta tirk û hikûmeta Kazimî dest pê kiriye. Di êzidîtiyê de çar elementên pîroz hene. Yek Ax e, êrîşên dagirkirina vê axê bi hezaran sal in bê navber berdewam dikin. Lê gelek êrîşkar hatin û çûn. Ne navên wan man ne jî şopa wan. Ne tac, ne jî textê wan. Tiştek ji wan nema. Lê êzidîtî her ma û wê bimîne jî. Tiştê ku dagirker û bêaqilên herêmê nikarin fêm bikin ew e ku ax nayê terikandin. Dûrketina ji axê di êzidîtiyê de tê wateya jirêderketinê. Tê wateya qutbûna ji baweriya xwe. Ê/a bikeve devê neyaran dibe arê aşvanê xwe.

Îro êzidî ji bo dagirker û kirêgirên wan dîsa bedua û nifiran nakin. Lê şûna wan ez ê nifira pîrika xwe bikim “Ey bedbextno, dareke şîn li ber derê we derneyê, zarokên kurîn di dergûşên xwe de nebînin, da ku koka we biqele!’. Duayeke ji bo YBŞ, ku hêza Melekê Tawûs ê li Şengalê ye, li Xwedayê dilovan bikim: ‘Serkeftin!’.