16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelek meş hene ku herikîna dîrokê guhertine

Her meşek xwedî armancek e. Her çiqasî meş li hemberî polîtîkaya qeyûman hatibe lidarxistin jî  meşvanan armanca meşê bi qeyûm re sînordar nekirin û kirin platforma çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê.

Hz. Mûsa ji Misirê heya welatê kenan meşiya. Spartakus ligel hevalên xwe ji bo li hemberî pergala koledariyê bi ser bikeve bi salan meşiya. Meşa ku bi 60 kesî dest pê kir gihişt sedhezaran.

Meşa Dirêj a Mao Zedung bi xwe re li Çînê deriyê guhertina çandî vekir. Meşa Mahatma Gandî li Hîndistanê riya têkçûna dagirkeriyê vekir. Gandî digot “Bi vê meşa xwe ez hîmê împaratoriya Brîtanya dihejînim.”

Li Amerîkayê di pêşengiya Martîn Luther Kîng de meşek hate lidarxistin û di encamê de reşikan mafê bikaranîna dengan qezenç kir. Çermiksor ji bo girava Alcatras carek din bistînin ji San Fansîsco heya Washîngtonê meşiyan.

Li Tirkiyeyê karkerên kanên komurê ji Zonguldakê heya Enqereyê meşiyan û di encamê de gihiştin gelek mafên xwe.

Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 2015’an de meşekê dest pê kir. Gel ji Şirnexê heya Amedê meşiyan. Di Newrozê de meşvanan daxwazên xwe anîn ziman.

Di 3’yê tîrmehê de jî gel li hemberî polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê ji Wanê heya Colemergê meşiyan. Berî ku meşvan ji Wanê dest bi meşê bikin. Di 30’ê hezîranê de meşvan ji aliyê Tirkiyeyê bi rê ketin û du rojan di rê de man. Rojek li Edeneyê rawestiyan, rojek jî li Êlihê. Piştre derbasî Wanê bûn û ji navenda Wanê meşa xwe domandin.

Her çiqasî meş li hemberî polîtîkaya qeyûman hatibe lidarxistin jî meşvanan armanca meşê bi qeyûm re sînordar nedikirin. Meş wekî platformeke nirxandina pirsgirêkên esasî yên tevahiya Tirkiyeyê bû. Ji nirxandina krîza aborî bigire heya êrîşên li ser Başûr û rojavayê Kurdistanê her mijar di rojeva meşvanan de bû. Dayika ku bangewazî li PDK û YNK’ê dikir di heman demê de armanca polîtîkaya qeyûm a li ser Colemergê jî dianî ziman. Rojeva sereke ya meşvanan tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Dianîn ziman ku yek ji armancên sereke ya meşê şikandina tecrîdê ye.

Pêkhateya meşê bi serê xwe armanc û rastiya meşê dida xuyakirin. Hevşaredar, hevserok, jin, mêr, pîr, ciwan, zarok… Her reng di meşê de hebû. Nurbanûra 12 salî bi dayik û metika ji Tekîrdagê bi koma Stenbolê tevlî meşê bûbû. Heya roja dawî jî di serê meşê de cihê xwe girt. Apê Abdulhafiz ê 83 salî yek kêliyê nesekinî. Bi stran û govenda xwe meş xemiland. Mîran û Çiyagerê biçûk bi strana şervano bûne dengê meşvanan.

Mezlûmê Cizîrî di navberê de berxwedana Cizîr û Nisêbînê jî bi meşê ve girê da. Bi strana berxwedana Cizîrê dibû dengê Berîvan û Mehmedan.

“Tu her bêjî aferin berxwedana Cizîrê

Navê serxwebûna we tu car naçe ji bîrê

Pelek ewrê namûsê ket bajarê Mêrdînê.

Silav li berxwedana Cizîr û Nisêbînê.”

Û dengê Mehmet Tûnç di nav meşvanan de belav dibû: “Dibe ku em li vir şehîd bikevin lê em qet serî natewînin.” Dema stran qediya axaftina meşvanekî hate bîra min. Digot “Ez dibêm qey ez ê şehîd bikevim. Ez şehîd bikevim jî tiştek nabe. Ez ê bibim şehîdê Colemergê.”

Stranek hebû ku ji destpêkê heya dawî bûbû marşa meşvanan. “Çiyayê Simbil Hekarî/ Keç û xort lê digerin…” Çiyayê Simbil bi heybeta xwe li beranberî Colemergê wekî bêje “ez we dibihîzim” bi serbilindî meşvan pêşwazî kirin. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de digot “Gelo çiyayê Simbil li hemberî we serî tewandiye ku hûn ji gelê kurd dixwazin serî bitewînin.” Ne xêr ne çiyayê Simbil serî tewandiye ne jî çemê Zapê dev ji herikandina xwe ya bi xumexum berdaye. Meşvan bûn hevrêyên Zap û Simbilê. Li ser pira ciwanên şoreşger silav dane Zapê, riya hildikişe Colemergê de pişta xwe bi Simbil qewîn kirin. Rojek berî meşvan bigihijin navenda bajêr, di rojeva gel de meşa roja dawiyê hebû. Digotin “Gelo bi rastî dê di wî kaşî de bimeşin?” Belê di wî kaşî de meşiyan û gihiştin heya nava bajêr. Dema gihiştin nava bajêr wekî yê pênc roj e bênavber ne ew in dimeşin, bi slogan tilîlî û stranên xwe bajar hejandin.

Biryariya meşvanan di her kêliyê de xwe dida der. Tiştekî bala min kişand.

Dema li Wanê meşê dest pê kir polîs jî bi meşvanan re dimeşîn. Lê aciziya wan di axaftin û rûyê wan de xwe dida der. Piştî meşvan ji nava bajêr derketin cenderme bi meşvanan re meşîn. Lê piştî demekê hem polîs hem jî leşker li erebeyan siwar bûn. Wekî meşvanan nikaribûn bimeşin. Polîs û leşkerên dewletê ku ewqasî pesnê wan dihate dayîn dema mijar dibe xwedî îradebûn di ber îradeya meşvanan re jî derbas nedibûn. Meşvanan îradeya xwe ji mafdariya xwe digirtin lê polîs û leşker îradeya xwe ji meaşê xwe û fermandarên xwe digirin. Diyaloga di navbera leşker û fermandarekî de ev rastî radixist ber çavan. Fermandar li ber me bi leşker re bi dengekî bilind qêriya. “Ma tu ehmeqî çi disekinî li wir! Bêaqil zû biçe siwar be!” Leşker bêdeng çû li erebê siwar bû. Meşvan rêhevalên hev bûn lê ew mîr û xulam bûn.

Meşvanan piştgiriya xwe ya ji bo çapemeniya azad jî di her kêliyê de diyar kirin. Yek ji sloganên dihat avêtin jî ‘Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin” bû. Carinan jî bi xwe wêne û dîmenên rojnamegeran dikêşandin. Digotin “Ma hema hûn ê me bikşînin, hinek jî em we bikşînin.”  Wisa bi hev cih diguhertin. Rojnameger dibûn meşvan, meşvan dibûn rojnameger.

Yek ji kêliyên herî hestiyar jî li Depînê hate jiyandin. Nurettîn Çelîk ê ku 30 sal di zindanê de mabû, hate serdana meşvanan. Di demek kin de civat li dora wî ava bû. Şaşwaziya wî di rûyê wî de xuya dikir. Bi kelecan û kêfxweş bû. Piştî sih salan civata bi meşvanan re ji bo wî jî dibû bîranîneke din. Bi tevlîbûna Nurettîn Çelîk re rihê berxwedana li zindanan carek din xwe dida der.  Di dawiya rojê de meşeke din a dirêj û zehmet li dîrokê zêde bû. Meşeke ku dê demek dirêj were behskirin.