3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelên li Rojava li 9 navendan Newroz pîroz kir

Bi sed hezaran kes li kantonên Şehba, Heleb û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bûn û bi dirûşmeya “Bi îradeya gelan em ê Newroza 2022`yan bikin Newroza azadiya serok Apo” Newroz pîroz kirin. Beşdarên şahiyan destnîşan kir ku berxwedan ji Kawayê Hesinkar heta Rêber Abdullah Ocalan berdewam e. Şêniyên Amûdê li gundê Çaxir Bazar, şêniyên Til Temirê li Qasrekê, şêniyên Dirbêsiyê li gundê Çol Bustan, şêniyên herêma Şehbayê li gundê Elawşê ya navçeya Ehdas, şêniyên herêma Firatê li aliyên Til Meştenûr a Kobanê, şêniyên Reqayê li meydana fekoltiya Çandiniyê Newroz pîroz kirin. Newroz ji aliye dayikên şehîdan hat dadan û pîrozbahiyên Newrozê  dest pê kirin.

Reqa

Komîteya amadekar a Cejna Newrozê ya Reqayê, şahiyek li qada Fakulteya Çandiniyê li rex çerxerêya Frosiye şahiyek li dar xist. Di şahiyê de hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê şêx Mihemed Nûr El-Zîb axivî û Newroz li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir. El-Zîb destnîşan kir ku ruxmî êriş û planên li dijî herêmê, lê gelê herêmê bi şoreşa xwe ve girêdayî ye û banga çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî biryara NY`yê 2254 kir.

Alîkara Seroka Partiya Sûriya Pêşrojê Leyla Qehreman axivî û Newroz li saziyên leşkerî, sivîl û jinan û tevgera ciwanan, şaneyên ji Tebqa, Dêrazor, Minbic û şêniyên Efrînê pîroz kir û wiha got: “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Fedakariyên ku em heta îro didin, misogeriya serkeftina projeya me ye. Ev serkeftin dê bi pêşengiya jinan û ciwanan bi ser keve. Bi saya xwîna şehîdan em ê destkeftiyên xwe biparêzin.”

Kobanê

Bi hezaran şêniyên Kobanê li Girê Miştenûrî kom bûn û bi dirûşma “Bi îradeya gelan em ê Newroza 2022`yan bikin Newroza azadiya Serok Apo” Newroz pîrozkir. Piştî ku malbatên şehîdan agirê Newrozê dada, qeyda dengê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a girêdayî girîngiya Newrozê ji bo gelê kurd û pêwîstiya berxwedanê, hat guhdarkirin. Piştre Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê axivî û Newroz li rêber Abdullah Ocalan, girtiyên di girtîgehan de û hemû şêniyên herêmê pîroz kir. Ferhan Kobanê diyar kir ku Newroz dê bibe Newroza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan ji ber ku azadiya wî, azadiya gelê kurd e.”

Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl axivî û Newroz li hemû gelê kurd û kesên têkoşîna azadiye dide pîroz kir. Xelîl, da zanîn ku berxwedana li dijî dagirker û zaliman berdewam e.

Hesekê

Li Hesekê Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Ebdullah axivî û cejna Newrozê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelê Kurd û hêzên leşkerî yên ku hermê diparêzin pîroz kir û got: “Gelê Hesekê li dijî hovantirîn rêxistinên terorîst, berdêlên giran dan û îro bi saya wan em li Hesekê cejna Newrozê pîroz dikin.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Fatme Hisên jî axivî û got: “Newroz sembola azadiyê û nûkirina jiyanê ye. Serkeftina QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a 26`ê Çileya 2022`yan a li dijî çeteyên DAIŞ`ê, berdewama serkeftina Kawayê Hesinkar û berxwedana Mezlûm Dogan e.

Til Temir

Di pîrozbahiya cejna Newrozê ya Til Temir de, endama Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Şîlan Omer axivî û got: “Em cejna Newrozê li rêber Abdullah Ocalan, tevahiya gelê herêmê, cîhanê û li şervanan pîroz dikin.”

Şîlan Omer salvegera 50`î ya Partiya Karkerê Kurdistanê “PKK” pîroz kir û got: “PKK`ê bi pêşengiya êber Abdullah Ocalan ji 50 salî ve li ser bingeha fikr û felsefeya rêbertî û ji bo azadiya gelê Kurd berdêlên mezin dide û ew ê heta mîsogeriya azadiyê dewam bike.”

Şîlan Omer di dawiyê de anî ziman ku gelê Kurd dev ji nirx û pîroziyên xwe bernadin, her wiha li her derê şahiyên pîrozbahiyê li dar dixin, ji lewma wê tu kes nikaribe berxwedan û vîna vî gelî têk bibe.

Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temir Ebdulxenî Şêxmûs axivî û cejna Newrozê li rêber Abdullah Ocalan û hemû pêkhateyên herêmê pîroz kir.

Girkê Legê

Li navçeya Girkê Legê dayikên şehîdan agirê Newrozê li qada pîrozbahiyê ya gundê Haleq a girêdayî navçeya Girkê Legê vêxistin. Çalakiyên pîrozbahiyê bi beşdariya gelê Girkê Legê, Çil Axa, Til Koçer û gundên girêdayî wê dest pê kir. Piştî ku beşdaran agirê Newrozê dada, koma Serhildan berhemên xwe pêşkêş kirin. Paşê hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed axivî û cejna Newrozê li gelên azadîxwaz pîroz kir û got: “Newroza îsal Newroza serkeftin û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan e.  Gelê herêmê bi rêya şoreşê dê xiyanetê têk bibe û dê bi ser keve. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava, gelê rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber wê divê em têkoşînê mezin bikin da ku rêberê xwe azad bikin.”

Dûre Koma Hêvî şanoyek bi navê “Agir û zulim” û koma Şehbayê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Komên Alniya, şehîd Serhed, Serhildan, Ereb Muzîk û Govend Ereb berhemên xwe pêşkêş kirin.

Heleb

Di şahiya Newroza Helebê de hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivî û Newroz li gelê kurd, şervanên YPJ û YPG`ê pîroz kir û got: “Bi saya berxwedana şervanan û gelê kurd, Newroz bûye mîras. Di vê rojê de vîna gelan li hember gelên hegemonîk bi ser ket.”

Hevseroka PYD`ê Eyşe Hiso, endamê Komîteya Rûspiyan a Helebê şêx Elî Hesen, Kongra Star Fatme Koşan di şahiyê de axivîn.

Qamişlo

Dayika şehîd Zinarîn Delal Mihemed, dayika şehîd Mazlûm Necah Gulo û dayika şehîd Nûr El-Dîn Şemsê Xan agirê Newrozê li bajarê Qamişlo vêxistin. Piştre li meydana Hîmo ya li rojavayê bajêr dest bi pîrozbahiyê kirin. Bi hezaran şêniyên Qamişloyê ji pêkhateyên kurd û ereb bi cilên xwe yên folklorî ji saetên sibehê ve herikîn qada Newrozê.

Tirbespiyê

Li bendava Mizqift a dikeve bakurê rojhilatê navenda navçeya Tirbespiyê, dayika her du şehîdan Lewend û Nûbar, Heyat Silêman û dayika her sê şehîdan Simko, Geylan û Mihemed, Zeyneb Murad agirê Newrozê vêxistin.

Dêrik

Li bakurê rojhilatê bajarê Dêrikê li Bendava Borza, dayika şehîd Hevrîn, Sûad Mistefa, dayika şehîd Çekdar Ferha Fetah û hevjîna şehîd Elî, Wensa Çawîş agirê Newrozê vêxistin.