4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ghotbî: Jinên kurd ji cîhanê re bûn mînak

Binevş Garzan

Çalakgera mafên mirovan Sanna Ghotbî got ku jinên kurd bi berxwedana xwe çeteyên mîna DAIŞ’ê têk birin û ev tişt anî ziman: “Jinên kurd bi Şoreşa Rojava re wêrekiyeke mezin danîn holê. Hêza jinan li hemû cihanê deng veda û ji bo jinên cihanê bûn mînak.”

Felsefeya Jin Jiyan Azadî ji nav hucreya Girtîgeha Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê dimîne derket û xwe li hemû cîhanê da bihîstin. Bi vê felsefeyê bi pêşengiya jinên kurd Şoreşa Rojava pêk hat. Niha bi heman felsefeyê jinên Îran û rojhilatê Kurdistanê ji 3 mehan zêdetir e di nav serhildanê de ne. Bi pêşengiya jinên kurd serhildana Rojhilat jî wek Şoreşa Rojava ji hemû jinên cîhanê re dibe mînak.

Jinên kurd ên ku bi felsefeya Jin Jiyan Azadî zanista Jineolojiyê avakirin, jinên neteweyên cuda tînin gel hev û ji bo aktivistên mafên mirovan dibin çavkanî.

Sanna Ghotbî û Benjamîn Ladraa ku çalakgerên mafê mirovan e bi bisîkiletê li cîhanê digerin û pirsgirêkên kêmaran guhdar dikin, hatin Amedê. Çalakgera mafên mirovan Sanna Ghotbî li ser mijarên jineolojî, rola Abdullah Ocalan a di têkoşîna jinan de û zextên li ser kurdan ji Rojnameya Xwebûnê re axivîn.

Çalakgera mafê mirovan Senna Ghotbî  di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew li 13 welatan geriyan e û Tirkiye bûye welatê 14’emîn yê ku hatin» û ev tişt anî ziman: “Cihên ku heta niha em lê geriyan bi taybetî sê welat ji aliyê zextan ve pir dişibin hev. Îsraîl li ser Fiistînê, Fas li ser Sahraya Rojava û Tirkiye jî li ser Kurdistanê zexta polîsan bi kar tîne. Bi taybet zextên polîsên tirk li kurd û Kurdistanê zêde ne. Em van zextan li hemû dever û taxan dibînin. Mînak em çûn serdana Saziya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, waxta em derketin me dît ku polîsan her dere dorpêç kiriye. Tenê ev mînak nêzikatiya hikûmeta tirk a li ser kurdan dide nîşandan. “

‘Li dijî kurdan nijadperestiyê dikin’

Ghotbî ya ku sedana jinên kurd kir wiha got: “Berxwedana jinên Kurdistanê niha îlham dide hemû cîhanê. Di van seyahat û hevdîtinên me yên çend rojan de jî em vê yekê dibînin û dixwînin. Tevî vê pêşengiyê jî bi taybet em dibînin ku li Tirkiyeyê li dijî kurdan nêzikiyeke nijadperestî heye. Ez bi xwe jî kurdekî ji Rojhilat im. Lê di hevdîtinên xwe yên ku min li bajarên Tirkiyeyê pêk anî de negot ku ez kurd im. Ji ber ku kesên diaxivîn nasnameya min nizanîibûn di axaftinên xwe de nijatperestiya xwe venedişartin. Min nijadperestiya wan pir zelal ferq  kir.”

‘Bûn mînak’

Çalakger Ghotbî di axaftina xwe de diyar kir ku navê jinên kurd piştî Şoreşa Rojava li hemû cîihanê hat bihîstin û wiha axivî: “Heta Şoreşa Rojava jinên kurd zêde nedihatin nasîn. Lê piştî Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinên kurd serkeftineke bêhempa li dijî rêxistineke weke DAIŞ’ê bi dest xist dengê hêza jinên kurd li hemû cihanê deng veda û ji bo jinên cihanê bûn mînak. Jinên kurd di rizgarkirina Rojava de wêrekiyeke mezin danîn holê û di wî şerê dijwar de li eniyên pêş cih girtin. Her wiha endamên DAIŞ’ê ji wan gelek ditirsiyan û digotin ‘Heke jin me bikujin em ê neçin cinetê’. Jinên kurd xofek mezin di dilê DAIŞ’yan de vekiribûn. Cîhan van tiştan bi çavên xwe dît. Jinên kurd gelek berdêl dan û serkeftinek mezin bi dest xistin. Ev jî ji bo me û ji bo cîhanê bû mînakeke mezin.”

Ghotbî ya ji rojhilatê Kurdistanê ye û hemwelatiya Swêdê ye bal kişand ser rewşa serhildana azadiyê ya ku li Îran û rojhilatê Kurdistanê didome û ev tişt got: “Wexta em li Rojhilat dinêrin, jin bi temenê xwe yên 15-16 salî li qadan e. Jinên ku ji aliyê hêzên rejîmê ve tên tecawizkirin tevî van berdêlên giran bi biryardarî dixwazin bigihîjin armanca xwe ya azadiyê. Jinên kurd ên ku bi vê biryardariyê li Rojhilat li qadan e wek jinên kurd ên ku li Rojava têdikoşiyan, ji cîhanê re dibin mînak.”

Xwediyê roleke girîng e

Di berdewama axaftina xwe de  Ghotbî da zanîn ku wê pirtûkê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwendiye û ev tişt anî ziman: “Fikr û nêrînên Abdullah Ocalan gelek balkêş in. Bi taybetî jî fikrên wî yên li ser hişmendiya mêrperest a 5 hezar salan bandoreke erênî li ser min çêkir. Abdullah Ocalan di têkoşîna azadiya jinan de xwediyê roleke mezin e. Fikrên Abdullah Ocalan ji aliyê jinên PKK’yî ve hatin pêşxistin. Beriya PKK’ê jî malbata min di nav Komeleyê de pêşmerge bûn. Têkoşîna malbata min bi PKK’ê re mezin bû. Dikarim bêjim ku fikr û ramanên Abdullah Ocalan girîng in û divê baş werin nirxandin.“

‘Jineolojî zanisteke girîng e’

Ghotbî got ku heta niha xebatên zanistî tim li aliyê rojava pêşketine û wiha pê de çû: “Min zanista  jineolojiyê bihîst, têgeheke girîng e. Heta niha navenda xebatên bi vî rengî tim li rojavayê cîhanê dihate dîtin. Lê niha ev  têgeh cara yekem li vir di nav jinên kurd de derket ev pir girîng e. Ez li ser rojavayê Kurdistanê xebitîm û min çend hevpeyvînê çêkirin. Di van hevpeyvînan de em li ser pirsgirêkên jinan axivîn, bi teybetî jî heta Şoreşa Rojava jî rewşa jinan gelek xetere bû, nêzîkiyekî kevneşopî hebû, bi hişmendiyeke feodal tev digeriyan û jin di nav malbatê  de jî wek kesekî duyemîn dihatin dîtin. Her wiha mafê biryargirtinê nedidan jinan. Lê piştî xebatên jineolojî û Şoreşa Rojava rewşa jinan û rola jinan guherî. Niha zaningeha wan heye, hemû pirsgirêkên xwe dikarin çareser bikin û li dijî hişmendiya mêrperest a serdest tîpolojiyeke bi biryar derdixin holê.”

Ghotbî kêfxweşiya xwe ya ji bo naskirina jinên têkoşer anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Ez pir bextewarim ku jineke kurd im. Bi teybet jî ji ber rêxistin û tevgerên jinên kurd ku li hemû cihanê bûne mînak hêviyek mezin dide min û ez pê serbilind im.”