3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtî Kadrî Ekîcî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da

Li girtîgehên Tirkiyeyê mirina bi guman a girtiyên siyasî didome. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbas kiriye, girtî Kadrî Ekîcî (25) ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê dihat ragirtin, di hucreya yekkesî de mirî hatiye dîtin. Cenazeyê Ekîcî şevê din rakirine morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û di saetên serê sibehê de jî Saziya Tipa Edlî (ATK) cenaze radestî malbatê kiriye.

Rayedarên girtîgehê ji malbatê re gotine ku Ekîcî “Întîhar kiriye.” Malbata Ekîcî da zanîn ku sê roj berê li ser telefonê bi Ekîcî re axivîne û tiştekî ne ji rêzê tune bûye. Endamên malbatê, diyar kirin ku Ekîcî ji wan re gotiye rewşa wî baş e û ji ber mirina Ekîcî gumanên wan hene.

Hat hînbûn ku Ekîcî 5 sal bûne bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” girtî bûye û salek bûye di hucreya yekkesî hatiye ragirtin.

Cenazeyê Ekîcî li Goristana Yenîkoy a Rezan a Amedê hate veşartin û şîna Ekîcî li mala sersaxiyê ya Pasûr Hewêdan a li Rezanê hat danîn.