6 Temmuz, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtîgeh bi girtina 30 salan têr nebû 9 mehên din dirêj kir

Desteya Çavdêriyê ya Girtîgehê bi girtina 30 salan a Seracettîn Yuksekbag têr nebû û 9 mehên din li girtina wî dirêj kir. Bi vî cezayî biryara dadgehê nas nekir.

Girtî Seracettîn Yuksekbag (55) di sala 1993’yan de ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê ve hat girtin û cezayê muebedê lê hat birîn. Li gorî biryara dadgehê diviya bû Yuksekbag piştî 30 sal girtî ma bihata berdan. Lê Desteya Çavdêrî û Îdarê ya Girtîgehê biryara dadgehê nas nekir û bi îdiaya “halê nebaş” berdana Yuksekbag 9 mehên din dirêj kir. Pêwist bû Yuksekbag di 29’ê Mijdara 2023’yan de bi şert bihata berdan. Lê 6 meh û 2 roj berdana wî hatibû taloqkirin. 6 mehên taloqkirî temam bû û dîsa berdana wî hat nirxandin. Desteya Çavdêriyê vê carê 9 meh û rojek din taloq kir û careke din biryara dadgehê binpê kir.

Yuksekbag niha li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa T a Rihayê girtî ye. Desteya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê bi hinceta cezayên disiplînê li Yuksekbag hatiye birîn berdana wî taloq kir.

Li gorî vê rewşê divê Yuksekbag di 25’ê Adara 2025’n de bê berdan.