16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtîgeha Îmraliyê rastiya Tirkiyeyê nîşan dide

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD'ê ya Stenbolê Berîvan Barîn diyar kir ku tecrîd li girtîgehên Tirkiyeyê bi şêwazên cuda tê meşandin û got: “Tirkiye di rewşa heyî de, bi tecrîd û pergala îşkenceyê ya Îmraliyê veguheriye hawîrdora ku her cure sûcên mirovahiyê lê tên kirin.”

Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafan didome. Girtiyên nexweş nayên berdan. Eger tên berdan jî piştî sînorê mirinê wan serbest berdidin. Gelek mafên girtiyan nayên dayîn. Rojname, pirtûk û qanalên televizyonan yên ku girtî dixwazin nadin wan. Her wiha mafên girtiyan ên bi parêzer, malbat û xizmên girtiyan re tê bisînorkirin.

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’ê ya Stenbolê Berîvan Barîn, tecrîda giran û izolasyona ku ev demeke dirêj e li Girtîgeha Îmraliyê tê meşandin rewşa girtîgehên din nirxand. Barîn wiha got: “Li gelek girtîgehan weke rêbaza cezakirinê hebûna xwe didomine. Bi armanca cezakirinê kesan di nav çar duwaran de hêştin rêbazeke kevn û dijmirovî ye. Armanca dewletê bi vê rêbazê û tecrîda ku pêk tîne hewl dide kesan terbiye bike.”

Rêvebera OHD’ê Bêrîvan Barîn da zanîn ku her çiqas tecrîd sûcê mirovahiyê be jî, ev rêbaz bi awayekî keyfî tê tercîhkirin û wiha axivî: “Bi vê rêbazê tundiya herî giran a derûnî û fizîkî li girtiyan tê kîrîn. Bi pênasekirina birêz Ocalan wî di nav ‘tabûteke’ de dihêlin û bi vî awayê dixwazin fikir û îdeolojiya wî dîl bigirin. Pergala îşkenceya taybet a ku li girava Îmraliyê tê meşandin li hemû girtîgehan hatiye belavkirin. Kesên ku cezayê muebetê yê heta hetayê li wan hatiye birîn tenê dikarin rûyê hucreyên xwe, hewşa girtîgehê û odeya hevdîtinê bibînin. Ji ber ku hucreyên wan pir teng in, tuvalet û serşokên wan yek in, rûtûbeta hucreyan zêde ye ev rewş hem ji aliyê fizîkî ve hem jî ji aliyê derûnî ve bandoreke neyînî li ser wan dike.”

Roj nakeve hundirê girtîgehê

Barîn da zanîn ku tecrîda li girtîgehan bi hin rêbazên cuda de pêş dixin û got: “Girtiyan bi tena serê xwe derdixin hewşê. Ji bo bêhn sandinê dibin qadeke cuda, nikarin ji mafê xwe yê hevdîta bi girtiyan re sûd werbigirin, mafê werzîşê nikarin bi kar bînin. Her wiha şibakên hucreyan bi têlan tên girtin û şibakan wisa çêdikin ku tav nakeve hundir. Mînak li girtîgeha Sîlîvrî ya bi hejmara 2’yan de 7/24 kamera hemû qadên taybet û yên giştî yên girtiyan temaşe dikin. Yanî li cihek ku her gav ji gardiyanan re vekirî ye de bikaranîna kamerayan dûrê mantiq e. Girtî li dijî vê pêkanînê neçar dimînin ku pêşiya kamerayan bigirin û heta asteke vê rêbaza wan asteng bikin.  Vê carê jî ceza li wan tên birîn. Van cezayan jî dî rojên hevdîtîna bi malbatan re tên pêkanîn.”

Girtî nikarin temasî malbatê bikin
Berîvan Barîn anî ziman ku girtî dikarin hefteyê 10 deqe bi malbatên xwe re biaxivin lê pirê caran ji wan re dibên ku telefon xera bûye û wiha lê zêde kir: “Malbatên ku dixwazin di hevdîtinan de wêneyê wan bê kişandin bi hinceta ku kamera xera bûye tên redkirin. Dîsa di hevdîtinan de ji ber ku masê datînên navbera girtî û malbatan, girtî û malbata xwe nikarin temasê hev bikin.   Girtiyên siyasî bi awayeke komî sirgûnê cihên ku ji malbatên wan dûr in, dikin. Tevî ku di qanûnên navneteweyî de jî lêgerîna tazî qedexe ye li girtîgehan ev rêbaz tê bikaranîn. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara qedexeya lêgerîna tazî herçiqas ragihandibe jî mixabin ev di nav Tirkiyeyê de tên kirin.”

Pirtûkan nadin girtiyan

Barîn bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan ên pirtûkan û wiha bi dawî kir: “Dîsa pirtûkên ku ji girtiyan re tên şandin bi hinceta ku ‘dê ewlehiya girtîgehê xera bike’ nayên dayîn. Bi taybet pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan. Hejmara pirtûkên ku dê li koguşan bên girtin jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê girtin. Tirkiye bi rêbazên ku di serdema navîn de jî tunebûn tê rêvebirin û mixabin gelê tirk ne di ferqa vê rastiyê de ye.  Ji bo dîtina rewşê ne hewceye ku mirov lêkolînen berfireh bike tenê rewşa li Girtîgeha Îmraliyê jî rastiya Tirkiyeyê radixe ber çavan. Rêbazên ku li Îmraliyê tên meşanedin belkî li tu demê de li tu deverên cihanê nehatine dîtin. Heta vê rewşa li Girtîgeha Îmraliyê tê meşandin bi dawî nebe mirov nikare behsa demokrasiya heremî û cihanî bike.  Girtî li dijî pêkanînên ku li ser wan tên ferzkirin gelek çalakiyan didin meşandin. Çapemeniya alîgir bi tu awayî cih nade van çalakiyan û çav û guhê xwe ji xizmên girtiyan re digire.  Çalakiyên ku bi pêşengiya dayikan li ber girtîgehan tên meşandin divê bên mezinkirin.”