18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyan li dijî zextan qawîş şewitandin

Girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklarê li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan qawîşa li Bloka B’yê 2 caran şewitandin.

Hate diyarkirin ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklarê ji bo binpêkirinên mafan ên pê re rûbirû dimînin şermezar bikin, di 15 û 19’ê Hezîranê de qawîşa li bloka B’yê şewitandine. Hate ragihandin ku girtiyên ji dûyê bandor bûne birine revîrê.

Yek ji parêzerê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê parêzer Onûr Can Aykût ê bi girtiyan re hevdîtin kir, piştrast kir ku li dijî polîtîkayên tecrîdê yên didomin, ragirtina girtiyên siyasî ya li blokên cuda û pêkanînên keyfî yên rêveberiya girtîgehê, girtiyan 2 caran agir berdane qawîşên xwe.

Aykût, da zanîn ku piştî vê çalakiyê aktîvîteyên sporê û yên weke wê hatin rakirin û zext hatine zêdekirin. Aykût, anî ziman ku girtiyan ji wî re gotiye ku midûrê yekemîn ê girtîgehê pirsgirêk şexsî kiriye û gotiye: “Heta ku ez li vir bim rewş nayê guhertin. Wê parêzer û malbat jî neyên.” Aykût, diyar kir ku hewldaneke dozgerê girtîgehê jî ji bo çareseriyê nîne û da zanîn ku daxwaznameyên giliyê ku girtî dişînin jî nayên bersivandin.

Tê payîn heyeta ku Hevserokên Şaxa OHD’ê yên Îzmîrê Şukran Ozturk û Velat Zeren û parêzer Halîl Coşkûn û Nehîr Bîlece tê de cih digirin, wê têkildarî binpêkirinên mafan bi girtiyan re hevdîtinê bikin.